'Ji bo çaresriyê divê Zagonên Jinê bên zanîn'
09:03
Rûken Dêrik/JINHA
GIRGÊ LEGÊ- Berdevka Dadgeha Gel Şêrîn Omer rola jinan di saziyan de û bandora Zagonên Jinê anî ziman got, "Lewma pêdivî heye jin mafê xwe, zanebûna xwe ya zayendî bilind bike. Ev jî xaleke em li ser disekinin û ji bo derbaskirina wê li rêbazên cuda digerin. Bi baweriya ku jin civakê bi azadiya xwe re azad bike em xebatê didin meşandin."
Berdevka Dadgeha Gel ya bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê Şêrîn Omer têkîldarê Zagonên Jinê û cih girtina jinan di nava qadên hiqûq de nirxand. Şêrînê da zanîn ku Dadgeha Gel a bajarê Girkê Legê di sala 2013'an de hat avakirin û got jin pêşengiya xebatê kirine. Şêrînê destnîşan kir ku jin rolek çalak di nava xebatên dadgehê de digrin û wiha berdewam kir, "Jin hem di xebatên dadgeriyê de, hem di Dîwana Edaletê de, hem jî di Desteya Rêveberiyê de, her wiha di xebatên komîteyên lêpirsînê de cih digirin. Wiha jî em di qada hûquqî de dikarin wek jin roleke berçav bilîzin. Pê re jî mijarên di derbarê jinê de em xwedî bandor in."
'Em dixwazin hêjmarê jinên Ereb zêde bikin'
Şêrîn di derbarê xalên ku wek jinên di dadgehê de pê re mijûl dibin jî wiha got, "Jin di nav civaka me de rastê pir muameleyên şaş tên. Mînak îşkence, lêdan, pir-zewacî, zewaca di temenê piçûk ku tev bi darê zorê têne kirin. Em jî dozên ku ji me re tên, digrin dest. Bi wan re elaqedar dibin. Em baş dizanin ku bi pêkhatina Zagonên jinê dê civakeke demorkatîk ava bibe. Lewre jî tevahiya xebata me ji bo rastpêkanîna van zagonan e."Şêrîn destnîşan kir ku ligel jinên Kurd, jinên Ereb û Sûryanî jî cihê xwe di qadên hiqûqî de digrin û got, "Em herî zêde jî hewl didin tevlîbûna jinên Ereb zêde bikin. Ji bo wê jî nîqaşên me çêbûn. Divê jinên Ereb zanebûna xwe ya di aliyê zagonan de, herî sereke jî Zagonên Jinê bilind bikin. Ev jî bi tevlîbûna wan pêkan dibe. Bi vî awayî dê bikaribin mafê jinên Ereb bêtir bên parastin."
'Em dixwazin mafê her jinek bê parastin'
Şêrîn bal kişand ser pirsgirêkên ku jin di dadgehê de rû bi rû tê û wiha pêde çû, "Di serî de hîna ew bawerî û asta hevkariyê ya mêr bi hevalên jin di vê qadê de çênebûye. Hîna jî mêr vê qadê wek meydana xwe dibîne. Jinê zêde esas nagire. Em li beramberî vê bi hişyarî têkoşîn dikin. wek din jinên li Rojava jî bi qasî hewce hîna li zagonên xwe haydar nebûne. Ev jî me dixîne nav zehmetiyan. Wek mînak lêdan dixwe, rewşên giran dijî, lê di kêliya dawiyê ku êdî nema tehemûl dike tê serdana saziyên jinê dike. Piranî jî ev rewşa dawî rê li ber berdanê vedike. Ger hîna zûtir saziyan agahdar bikin, dikarin rêyên cuda, rêbazên cudatir peyda bikin. Dîsa jin hene ku mafê jinên din nas nakin. Wek mînak xwesû û jinbav hene ku di derheqê keç an jî bûkên xwe neheqiyan dikin. Di encam de em dixwazin mafên her jinekê biparêzin."
Şêrînê di dawiyê de wiha axivî, "Lewma pêdivî heye jin mafê xwe, zanebûna xwe ya zayendî bilind bike. Ev jî xaleke em li ser disekinin û ji bo derbaskirina wê li rêbazên cuda digerin. Bi baweriya ku jin civakê bi azadiya xwe re azad bike em xebatê didin meşandin."
(en/rc)