'Em ê pênûsa mamosteyên xwe li erdê nehêlin'
09:04
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Rêvebira Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis û Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Şehîd Jînda, Mizgîn Mihemed Elî bi boneya salvegera komkujiya Kobanê 25'ê Hezîranê axivîn û gotin "Em ê tola şehîdên Kobanê hilînin û pênûsa mamosteyên xwe yên li Kobanê şehîd bûn, li erdê nahêlin."
Di 25'ê Hezîrana 2015'an de li Kantona Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê bi hevkariya dewleta Tirkiyê êrîş pêk anîn û gelek sivîl qetilkirin. Di komkujiyê de jin, zarok, ciwan, kal û pîr jî di nav de bi dehan kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Di komkujiyê de her wiha gelek mamoste jî jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera vê bûyera dilêş de endama Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnus nêrîna xwe wiha anî ziman û got, "Bi awake hovane çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kirin û bi sedan kes şehîd kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê ev komkujî bi hevkariya dewleta Tirkiyê re pêk anîn. Em bi tundî vê kiryarê şermezar dikin û bang li hêzên navnetewî dikin ku çavên xwe li van komkujiyan negrin."
'Gelê Kurd nayê tune kirin'
Eyhan ji bo mamosteyên di komkujiyê de hatin qetilkirin wiha got, "Mamosteyên ku di komkujiyê de şehîd bûne nayên ji bîr kirin. Bila tu kes nebêje me gelê Kurd qetilkir. Gelê Kurd nayê tunekirin. Ji ber bi hezaran sal têkoşîna me dirêj dike û em ê şopdarê rêka şehîdên xwe bin heya ku xewnên şehîdan pêk bînin."
'Em ê xeyalê mamosteyan bi jiyanî bikin'
Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Şehîd Jinda, Mizgîn Mihemed Elî jî di serî de ji tevahî malbatê kesên jiyana xwe ji dest dayî sersaxî xwest û wiha berdewam kir, "Gelek mamoste di komkujiyê de hebûn, wan di rêya fêrkirina zimanê Kurdî de kedeke mezin dan. Wan hezkirina ziman di dilê her kesî de çandin û hiştin ku zarok û civak fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin. Ji bo ku em rêya mamosteyên xwe berdewam bikin û şopdarê wan bin, em ê zimanê Kurdî pêşbixin û bi jiyanî bikin. Rola herî girîng di nav civakê de dikeve ser milên mamosteyan. Ji ber ew nifşên nû avadikin. Ji bo wê jî em ê hewl bidin ku nifşeke nû, azad û serfiraz pêşbixin. Em ê xewnên mamosteyên xwe yên di komkujiyê de şehîd bûn, pêk bînin û hezkirina zimanê dayîkê di dilê her zarokekê de biçînin.Bila herkes bizanibe, em mamoste dê tola şehîdên kobanê û mamosteyan hilînin û emê pênûsa wan li erdê nehêlin".
(en/rc)