Mînaka mamosteyeke şoreşger: Zozan Yûsuf

09:07

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Dayik, Xwîşk û hevala Mamoste Zozan Yûsuf a ku di komkujiya 25'ê Hezîranê li Kantona Kobanê bi destên çeteyên DAIŞ'ê hate qetilkirin, behsa kesayet û bîranên wê kirin.

Di encama komkujiya hovane ya çeteyên DAIŞ'ê li ser Kantona Kobanê bi dehan kesên sivîl hatin qetilkirin. Di vê bûyerê de Mamoste Zozan Yûsuf jî jiyana xwe ji dest da. Mamoste Jiyan ji navçeya Raco a ser bi Kantona Efrînê bû û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di xebatên SZK de aktîf cih girt. Di asta rêveberiya saziyê de erk girt û herî dawî bi armanca ku xebatên ziman li Kanotna Kobanê ku ji şereke dirêj derbas bibû, bi hevalên xwe yên mamoste re parve bike derbasî Kantonê bû. Dayîk, xwîşk û hevala wê ya saziyê kesayeta Mamoste Zozan anîn ziman.

'Xeyalê Zozanê dîtina xweşka wê bû'

Dayîka mamoste Zozan, Elîf Mihemed zaroktî û taybetmendiyên sereke yên keça xwe parve kir û wiha got, "Li dibistana gund dixwend, hemû mamosteyan ji min dipirsîn 'keça te ev qas zanebûn ji ku anîye?' Ez bi keça xwe Zozan pir serbilind im. Zozana min ne tenê rêvebera dibistanê bû, rêvebera malê jî bû. Bi min re alîkar bû, di vî temenî de min nikarîbû kar bikira. Zozanê alîkariya min dikir. Zozan carekê ji min re got 'ezê biçim Qamişlo', min jî got keça min rewş nexweş e, wê jî got tişta li pêşiya min be bila biqewim. Gihişte Qamişlo û birayê xwe jî li wir dît. Xwîşka wê Roza li çiyayên Dersimê gerîla bû û Zozanê pir dixwest wê bibîne. Lê di dilê wê de dîtina xwîşka xwe hesret ma. Ew şehîd bû. Xwezî berî şehadeta wê ew hesreta wê bi dawî bibûya. Bêtirî 30 sale ku têkîliya min bi Tevgera Azadiya Jinê re heye. Ez ji serdana hevalan pir kêfxweş dibûm. Zozan ji min zêdetir kêfxweşiya xwe nîşan dida. Zozan gelek kes fêrî zimanê Kurdî kir û kedek mezin bi wan re da."

'Em bi şehadeta Zozanê serbilindin'

Elîfê diyar kir ku bûyera ku zozan navre derbas bûye wê gelek bandor kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez pê serbilindim, ez tucaran ji ber şehadeta wê ne xemgînim. Lê ez xemgînim ku ew karê dixwest hîn pêk ne anîbû û gihîşte şehadetê. Ez kêfxweş im ku keça min Zozan di rêya şerefê de şehîd bû. Ez çûme ser gora wê li Kobanê jî. Ew jî wekî hevalên xwe yên ku di rêya qehremaniyê de şehîd bû. Di rêya şervanên serê çiya û Rêber Apo de meşiya."

'Zozan mînaka dûrustbûnê bû'

Hevala Mamoste Zozan, Xonav Osman jî wiha got, "Di kesayeta mamoste Zozan de em hemû şehîdan bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Bi rastî dema ku em li wêneyên şehîd Zozan temaşe bikin, di çav û kenê wê de, mirov dixwaze gelek tiştan jê re bêje, lê nikare. Dema me bi heval Zozan re kar û xebatê ziman dikir, nêzîktî û ruhê hevaltiya wê dihişt ku em bêriya wê bikin. Zozan mînakeke dûrustbûnê bû. Her wiha nêzîkatiya wê bi xwendevan û mamosteyan re nêzîkatiyeke pir dewlemend bû. Ew bi biryareke kêfxweş çû. Me dixwest bi heman kêfxweşiyê jî vegere. Şehadeta mamoste Zozan ji bo me tevan bi êş bû. Lê dema mirov armancekê datîne pêşiya xwe û azadiyê dixwaze, bedeleke wê ya giran heye. Bedela vê Viyan, Arîn û yek jî mamoste Zozan bû. Em şopdarê xetê wanin."

'Wek hevalekê nêzîk dibû'

Xwîşka Mamoste Zozan, Nîhal Yûsûf jî bîranînên xwe ên gel xweşka xwe wiha anî ziman, "Em 4 xwîşk bûn. Zozan ya duyem bû. Di navbera me de salek hebû. Lê em wek cêwiyan bûn. Piştî xwîşka me ya mezin Roza tevlî PKK'ê bû, berpirsyariya malbatê Zozan da ser milê xwe. Di navbera 3'ê xwîşkan de Zozan hevala min bû. Ji ber têkîliya me bi hev re pir xurt bû. Me hertişt bi hev re parve dikir. Me kêlî bi kêlî bi hev re jiyan kir. Zozan êş di dilê xwe vedişart û rûyê wê hertim bi ken bû. Dema SZK ava bû, xwest bikeve nav karên saziyê. Dixwest ez jî tevlî kar bibim, ez teşwîq kirim. Ew jî tevlî karê rêveberiya SZK'ê bû. Di qada kar de jî wek hevalekê nêzîk herkese dibû. Bi kedeke mezin kar dikir. Bi eşqeke mezin çû qamişlo. Şehadeta wê hem di SZK hem jî di jiyana min de valahiyeke mezin hişt. Niha jî ez dema diçim SZK'ê, keda Zozanê tê bîra min. Em sozê xwe yê têkoşînê nû dikin."

(hs/rc)