PAJK: Em hêza xwe bidin hêza jinên li Rojava ber xwe didin

09:26

JINHA

SÊRT – Girtiyên siyasî yên jin ên PAJK’ê yên li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê diyar kirin ku wê hesabê şewitandina 20 jinên Kurdên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve du hefte berê li Iraqê hatin şewitandin, bipirsin. Girtiyên jin gotin: “Di şexsê jinên Êzidî de qirkirineke jinê tê jiyîn. Di rastiya şerê Rojhilata Navîn de jî berê xwe didin hebûna jinê. Li dijî vê zîhniyetê, divê em hêzê bidin hêza jinên li Rojava berxwe didin.”

Girtiyên siyasî yên jin yên PAJK’ê ku li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, têkildarî 20 jinên kurd yên Êzidî ku du hefte berê li Iraqê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şewitandin de nameyek şandin. Girtiyên jin di nameya xwe de diyar kirin ku 73. Fermana li ser Kurdên Êzidî ya di 2’ê Tebaxa 2014’an de destpêkiriye berdewam dike.

‘Desteserkirina jinê feraseta desteserkirina welatekiye’

Di nameyê de jinan diyar kir ku ev qirkirina civakî ya Kurdên Êzidî jiyan, wek paqijiya etnîk ya sedsala 21’emîn mirovan dike nava xofê û wiha hate berdewam kirin: “Ev serdem bi civana re provaya kiyametê dide kirin. Di dîrokê de heta roja me ya îro bi jinê kiyamet hatiye jiyandin. Jin ji bo xwe wek ganîmet dîtiye, bê sînor hatiye mêtîngerkirin, rastî tecawiz û wêrankirinê hatiye. Mêr bi feraseta desteserkirina jinekê wek desteserkirina welatekî dibîne. Her madiyata ku bidest dixe, mezin dike.”

‘Rastiya şerê Rojhilata Navîn li dijî hebûna jinê ye’

Jinan di berdewamiyê de destnîşan kirin ku ew bi heqîqeta jinê re wê li dijî vê çanda şer ya zîhniyeta serdest ya mêr afirandiye têbikoşin û wiha got: “Emê li dijî van darbeyên giran yên li ser jinê berxwedana xwe mezin bikin. Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Jinên Kurd ên Êzidî di qefesekê de şewitandine û ev jî hovîtiya serdema Navîn li pey xwe dihêle. Bi taybet îro bi hovîtiya DAIŞ’ê re di şexsê jinên Êzîdî de qirkirineke jinê tê jiyîn. Di rastiya şerê Rojhilata Navîn de jî ev tehdîd li dij hemû hebûna jinê ye. Divê em li dijî vê zîhniyetê bibin yek û hêza xwe tevlî hêza jinên li Rojava berxwe didin bikin.”

Jinên PAJK’ê li dijî vê zîhniyetê bang li jinan kirin kul i dijî çeteyên DAIŞ’ê bêdeng nemînin.

(hu)