Girtiyên Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê bi dawî kirin

12:00

JINHA

ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi dawî kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê 24 girtiyên ku nêzî mehek e li dijî pêkanînên kêfî û rûmetşikandinê di greva birçîbûnê de bûn di roja 28'emîn de greva birçîbûnê bi dawî kirin. Girtiyên ku îro bi malbatên xwe re bi telefonê axivî diyar kirin ku grev bi dawî kirine.

(rc)