Komkujiya Kobanê di 1. salvegera xwe de hat şermezar kirin
13:20
JINHA
KOBANÊ- Welatiyên Kantona Kobanê ji bo bîranîna kesên di komkujiya 25'ê Hezîranê de hatine qetilkirin herikîn goristana Komkujiya Kobanê ya li bajêr. Kesên di komkujiya gundê Berxbatanê (Berxwedanê) jiyana xwe ji dest dabûn jî ji hêla niştecihên gund û hemû Xeta Rojhilatê Kantonê li ser gorên wan, hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de soza bilindkirina têkoşînê hat nû kirin.
Di boneya 1. salvegera 25’ê Hizêranê roja Komkujiya Kobanê, îro bi hezaran welatiyên Kobanê li Goristana Komkujiya Kobanê ya li Kobanê û Berxbatanê merasîma bîranînê lidar xistin. Îro gelê Kantonê ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin ji seat 08.00'ê sibê ve herikîn goristanê û bi merasîmeke berfireh komkujî hat şermezar kirin.
Di merasîma bîranînê ya li goristana bajarê Kobanê de, nûnerên Kongra Star, TEV-DEM û hemû saziyên din jî amade bûn. Destpêkê deqîqeyeke rêz ji bo sivîlên hatine qetilkirin hate girtin û paşê Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û sersaxî ji hemû malbatan re xwest. Sekretekê Partiya Çep a Kurdî Sûrî Mihemedê Mûsê jî axaftinek kir û wiha got, "Komkujiya Hezîranê nîşana kîna dijminên ku di çeperên şer de li hember hêzên parastina Rojava şikestin û hêzên ku polîtîkayên wan li hember îradeya gelê me têk çû ye." Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha axivî, "Birîneke kûr e. Qetilkirina 252 sivîlan nayê jibîrkirin. Rojeke reş e di dîroka mirovahiyê de. Şervanên me roj bi roj, di her serkeftineke xwe de tola van şehîdan radikin."
Piştî axaftinan 3 endamên Komîteya Wêje ya KPC-Demokratîk jî ji bo bîranînê helbest xwendin. Piştî xwendina helbestan jî, Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo tevahî malbatan wêneyên kesên ku di malbatê de jiyana xwe ji dest dane diyarî wan kir.
Li gundê Berxwedanê jî merasîm li ser goristanê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pêkir. Bi ser navê Kongra Star Xalîse Şêx Ebdulqadir axivî. Xalîse diyar kir ew ê bi bîranîna pakrewanên xwe ve girêdayî bin. Rêvebira Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Omer jî wiha got, "Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê rêya wan heya dawî bişopînin." Li ser navê TEV-DEM'ê jî Zerga Şêx Mihemed axaftineke kin kir û ji gelê Kurd xwest di rêya tolhildana pakrewanên xwe de têkoşînê bidomînin.
Merasîm piştî wecîbeyên olî bi dawî bû.
(kom/rc)