Rojnivîsa Şebnem: Bêdengî ji mirovahiyê re îxanet e
13:28
JINHA
STENBOL - Rêvebera Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di rojnivîska xwe ya li girtîgehê de girtiye diyar dike ku "bêdengî li hemberî mirovahiyê îxanet e."
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, ji ber Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kir, hat girtin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de dimîne. Şebnem di rojnivîska xwe ya di navbera 22-24'ê Hezîranê de li ser şert û mercên li girtîgehê radiweste.
'Sekna li vir sekneke bi rûmet e'
Şebnem bi gotinên "Divê em bi inad bikenin, bi inad baş bin" dest bi nivîsa xwe dike û wiha dibêje: "Ez bi giştî ji bo xwe li vir im. Ji bo ez wêrekiya xwe ya di neynikê de li rûyê xwe mêze dikim winda nekim ji bo bi aştiyane bijim jî. Ne xwe ez ê weke miroveke bê exlaq û bê wijdan jiyanê tehmûl nekim. Bi taybetî heta bi tekakesî hincetekî min heye. Mafên di têkoşîna mirovahiyê de dema ez ji bo xwe dixwazim û heke ez jiyaneke hêj xweştir bi mirovên din re jî parve nekim, ez ê bi karanîna wî mafî wekî şermê şîrove bikim. Li cihê wê min têkoşîn esas girt. Divê dost û hevalên me qet xemgîn nebin, di vê serdemê de di girtîgehê de mayîn ji bo min rûmet e. Li cihekî mirov bên kuştin, li cih û warên xwe bên koçber kirin, malên wan veguherînin sergoyê û di nava wan de parçeyên mirovan bên dîtin, nûçeyekî herî piçûk jî bi şideta herî mezin bê bersivandin, ji hêla din ve mirovan bi sûcên nefretê bên tijekirin û wan li hemberî kuştinan sor bikin, kesên ku li hemberî kuştinan kêfxweş dibin û çepikan lê dixin û wan berdin kuçeyan, civak bi lezgînî bê qirêj kirin, bêdengî destpêkê li hemberî min, dê li hemberî hemû mirovahiyê îxanet be."
(rc)