Xebatên Kampanya îmzeyan li Til Temir rastî eleqeyek mezin hat

15:53

JINHA

TIL TEMIR- Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi armanca şikandina tecrîda li Îmraliyê, dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiriye. Li bajarê Til Temir jî ev hemle hate destpêkirin û rêxistinên bajar piştgiriya kampanyayê kirin.

Di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan a ku bi armanca şikandina tecrîda Îmraliyê tê meşandin, Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi heyetekê ku endamên rêveberiya TEV-DEM û PYD'ê jî di nav de bûn, li bajarê Til Temir îmze ji partiyên siyasî, saziyên civakî û rêxistinên piştgirî girtin. Heyetek ji endamên Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star, TEV-DEM û PYD'ê li bajar serdana Saziya Malbatên Şehîdan, Navenda Şehîdên Xabûrê, Hêzên Parastina Xabûr yên Aşûrî, Partiya Aşûriya Demokratîk, Rêxistina Aşûrî ya Alîkariyê, Hêzên Natorê, Komeleya Alîkariyê ya Aşûriyan û navenda Partiya Yekîtî ya li bajêr kirin. Di serdanan de armanca kampanya îmzeyan hate ziman û rêvberên sazî, partî û rêxistinên piştgiriya xwe anîn ziman û belgeya kampanyayê îmze kirin.

Rêveberiya Lijneya Têkilyên Kongra Star Elya Oglo jî di derbarê serdana xwe de anî ziman ku wan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan hemleya komkirina îmzeyan daye destpêkirin û wiha got, "Ev demeke ku ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin, bi armanca şikandina tecrîda girankirî ku li ser tê meşandin, me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiriye. Em bang li rêxistin û derdorên demokrat dikin ku li beramberî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."

(sş/hs/rc)