Sema Pekdaş: Divê li dijî fikra Kayyum têkoşîn bê dayîn

09:03

JINHA

MÊRDÎN – Şaredara Konakê ya Îzmîrê Sema Pektaş têkildarî qedexekirinên derketina kolanan, polîtîkayên înkar û îmhayê û êrîşên li hemberî şaredariyên DBP’ê de axivî û got têkildarî tayînkirina kayyumê ya şaredariyan de divê destpêkê kayyum bê redkirin. Semayê got divê li dijî fikra kayyumê bi awayekî topyekun têkoşîn bê meşandin.

Piştî şerê li Kurdistanê gotinên serokkomar, serokwezîr û wezîran yên wekê ‘ji bo şaredariyên DBP’î wê kayyum bê tayînkirin’ berdewam dikin. Şaredara Konanê ya Îzmîrê Sema Pektaş têkildarî mijarê de ji JINHA’yê re axivî û got divê destpêkê bi fikra kayyumê re têkoşîn bê dayîn.

Semayê bi lêv kir ku şaredarî aydê gelin û tayînkirina kayyuman tê wateya ku kayyum tayînê gel kirine û got: “Ti mafê kesî tine ku gel ceza bike. Divê li dijî fikra kayyum têkoşîn bê dayîn û ji bo edelet û azadiyê xebat bê meşandin.”

‘Operasyonên çewisandinê mijara gotinê ne’

Semayê bi lêv kir ku li welat atmosfeteke giran serdeste û got: “Pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê ne normale. Hikûmeta AKP’ê piştî 7’ê Hezîranê ji ber bi tena serê xwe nebû desthilatdar, polîtîkayek şer meşand, li Kurdistanê şer dijwartir hat jiyîn û li her derê welat operasyonên ku dengê mudaxalîfan diçewisînin meşandin.”

Semayê bi lêv kir ku akademîsyonên îmze avêtine danezana aştiyê û kesên bi armanca piştgiriyê dibin gerînendeyên giştî yên weşandê tên girtin.”

‘Şaredarî aydê gelin’

Semayê got têkildarî kayyuma şaredariyan de divê destpêkê kayyum bê redkirin û got divê li dijî vê fikrê bi awayekî topyekun têkoşîn bê meşandin. Semayê bi lêv kir ku şaredarî aydê gelin û got şaredar peywirdarekî cemawerî yê hatiye hilbijartinê ye û got di rewşa ku şaşitiya wan hebe de divê adîlane bên darizandin û ceza pêk bê. Semayê got heta neyên darizandin mirov nekarin bên sûcdare û got : “Tayînkirina kayyumê tê wateya tayînkirina kayyumê ya li ser gele. Tê wateya cezakirina gel.”

Semayê di berdewamiyê de da zanîn ku divê em hemû ji vê pêşveçûna bi xeter re bêjin bes e. Her wiha diyar kir ku divê dengê aştiyê bê zêdekirin.

(hu)