‘Sîlopiya ku nebû herêma afetê, wek qada bi rîsk hat îlankirin’

09:04

JINHA

ENQERE - Li navçeya Sîlopiya Şirnexê hinek tax wek qadên bi rîsk hatin îlankirin û têkildarî mijarê de parêzera OHD’ê Nuray Ozdogan axibî û got tespîtên xesarê di dema ku qedexeyê derketina derve berdewam dikirin de ji aliyê wezaretê ve hatiye kirin û ji nav 7618 avahiyê de 342 heb wek xesara giran hatiye testpîtkirin, ev jî ji sedî 5’ê avahiyan ava dike û ji ber vê jî 40 hezar mirov ji cihên wan hatine kirin. Nurayê got ev rewş li dijî mevzuat û hiqûqê ye.

Di rojên borî de ji bo taxên Barbaros, Başak, Cudî, Karşiyaka, Şehît Harun Boy, Nuh, Yenîşehîr, Yeşîltepe ya Sîlopiya Şirnexê di rojnameya fermÎ de hat îlankirin ku taxên bi rîstin. Ji bo betalkirina biryarê li 14’emîn Daîreya Daniştayê doz hat vekirin. Parêzera OHD’ê Nuray Ozdogan têkildarî mijarê de nirxandin kir.

Nurayê got wezaretê di parastina xwe de bi nêrîna AFAD’ê re rapora qada bi rîsk amade kiriye û got: “Di nêrîna 12.02. 2016’an a dosyaya AFAD’ê de wezareta bajarvanî û derdorê ji bo Sîlopiyê xwestiye nekeve sînorê afetê. Li ser vê AFAD’ê diyar kiriye ku ne herêma ku rastî afetê hatiye.”

‘Ji bo xesara avahiyan tespît tine’

Nurayê da zanîn ku têkildarî ku avahiyan çawa xesar dîtiye de tespît tine û got: “Di rapora wezaretê de ku tê gotin Sîlopî ne herêma afetê ye, tê gotin ku 33 avahî di salal 1988’an de xesar dîtine. Beriya pevçûnan hatibû îdiakirin ku avahî kaçaxin û li dij mewzuatê ne û şaredarî berpirs dîtibûn. Şaredar jî ji 4’ê Adarê de girtiye.”

Nurayê got di demên ku qedexeya derketina derve berdewam dikir de tespîta xesarê hatiye kirin.

(hu)