Kumru Başer: Desthilatdarî dibêje ‘êdî vî karê piştevaniyê biqedînin’

09:05

JINHA

STENBOL- Zextên li ser çapemeniyê her diçin zêde dibin û mînakên piştevaniya bi çapemeniyê re jî zêde dibin. Kumru Başer li ser mijarê axivî û got kesên bi Ozgur Gundemê re dikevin piştevaniyê jî tên girtin û got ev jî tê wateya ku desthilatdarî dibêje vî karî piştevaniyê biqedînin.

Rojnameger Kumru Başer k udi 16 saliya xwe de dest bi rojnamegeriyê kir û di salên 70,80,90’î de rastî zextan hat, têkildarî zextên dawî yên li ser çapemeniyê axivî.

‘Rojnameya Demokrat hedef bû’

Kumru Başer got jinên dinivîsin û bi îmzeya xwe nûçeyan çêdikin gelek kêmin û hîna di bin pergala serdest ya mêr de dixebitin û got: “Avantaja min ya herî mezin ev bû ku ez di rojnameyên çep de xebitîm. Beriya darbeya 1980’an ez di Rojnameya Gel a Demokrat de xebitîm. Rojnameyek bê patron û kolektîf bû. Li her derê Tirkiyeyê kes dihatin kuştin. Demokrat dihatin kuştin. Rojnameya Demokratê bi bombebarankirinê hat tehdîdkirin.”

‘Di salên 90’î de sansur û netewperestiya giran’

Kumru bi lêv kir k udi 1988’an de di radyoya Tirkî ya BBC de xebitiye û got ji perspektîfeke din li Tirkiyeya salên 90’î mêze kiriye û got: “Ji bo em komkujiyên li Kurdistanê û binpêkirina mafan bişopînin em hatin Kurdistanê. Di sohbeta bi Ragip Duran, Celal Başlangiç û Koray Yuzgoren re me fêm kir ku rojnamegeriya di salên 90’’i de çiqas girînge. Rojnamegerên li Kurdistanê mabûn wiha gotin:Dema bûyer dihatin jiyîn û mirov dihatin şewitandin û kuştin me ji karê nivîsê re radigihand. Destpêkê pê bawer nedikirin. Ji nûçegînên wir bawer nedikirin. Lê fêm nekirin, nexwestin fêm bikin.”

Kumruyê bi lêv kir ku salên 90’î di salî dîroka çapemeniyê de gelek giran bû û got hevalên wan yên wê demê çûn herêmê xebitin hebûn, serdemeke ku hemû xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hat girtinê hebûn, hemû rojnameger bi awayekî sembolîk hatin rojnameyan û xebitîn.

Kumru bi lêv kir ku di salên 90’î de netewperestî jî li Tirkiyeyê cuda bûye û got desthilatdariyê êdî çapemenî jî ji hev veqetandiye û desteserkiriye. Kumruyê destnîşan kir ku AKP çapemeniya ku raste rast ne girêdayê wane dike hedef û got gelek çapemeniyên berê li gel desthilatdariyê cih digirtin niha di tevgerên azadiya çapemeniyê de dixebitin.”

‘Dizanin wê piştevanî hêzê bîne’

Kumruyê bi lêv kir ku di demên dawî de piştevaniya li dijî zextên li ser çapemeniyê tên meşandin, tê dayîn, bi wê re kelecan çêkiriye. Kumruyê wiha berdewam kir: “Dema çapemeniya KCK, Ahmet Şik û Nedîm Şener hatin girtin, li Galatasarayê çalakî pêk hatin. Li Galatasarayê CHP û mirovên doza KCK’ê jbi o azadiya çapemeniyê meşiyabûn. Ev destpêkek bû. Di heman demê de li gelek nokteyan li ser hev Ozgur Gundem firotin. Bi van çalakî û piştevaniyan îro ev piştevanî derket holê.

Kumruyê di berdewamiyê de got birîndarbûna RefÎk Tekîn, girtina Berîtan Canozer, Vîldan Atmaca û Rojda Oguzê bi me re hesta li kurdistanê tiştên ne baş tên jiyîn afirand. Kumruyê got dema kesî cesaret nedikir biçe Cizîr û bajarên din, JINHA û DÎHA çûye wir.”

(hu)