Li Efrînê jî kampanya îmzeyan hate destpê kirin
09:06
JINHA
EFRÎN - Buroya Peywendiyên Dîplomasî ya Kongreya Star li Kantonê dest bi hemleya komkirina îmzeyan ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
Buroya Peywendiyên Dîplomasî ya Kongreya Star li Kantona Efrînê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Ev hemle bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Heyeta ji Endama koordînasyona Kongreya Star Medya Berekat û endama Buroya Pêwendiyên Dîplomasiyê Ehlam Mihemed jî di nav de cihgirtin serdana navendên partî û rêxistinan kirin. Di roja yekemîn de navendênYekgirtina Nîştîmanî Sûriya Demokratîk, Partiya Yekîtî, Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta ser jinê, Weqfa Jina Azad li Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Êzîdiyan, Komeleya Soz, Komeleya Bihar, Komeleya Ava û Yekbûna Niştîmanî ziyaret kirin û li wir îmze ji bo kampanya îmzeyan hate xwestin. Her wiha di hevdîtinan de hate gotin ku ew di xwazin encama hevdîtina ku CPT çûbû Îmraliyê jî bi zanibin û bi vê mebestê dê îmzeyên hatine komkirin ji bo rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî re were şandin. Berdev û rêveberên rêxistin û partiyan bi giştî belgeya îmzeyan îmze kirin û piştgiriya xwenîşan dan.
Hate hînbûn serdana rêxistin, partî û navendên rêxistinan ji bo piştgiriya hemelya îmzeyan dê heya 30'ê mehê bidome.
(fr/zt)