Jinên Şengalê ji bo piştevaniya jinên Rojhilat sipasî kirin

09:06

JINHA

ŞENGAL - Jinên Êzîdî ya çiyayê Şengalê Çinar Seed ku berya çend rojan di daxuyaniyekî xwe de êrîşên DAIŞ'ê li ser jinên Êzîdî wek pêşketinek dinirxand şermezar kirin. Jinên ji bo piştgiriya jinên Rojhilat ya jî spasiyên xwe anîn ziman.

Jinên Êzîdî yên çiyayê Şengalê carek din Çinar Seed şermezar kirin. Komek mezin ya jinên Êzîdî daxuyanî dan. Ser navê jinan Nurê Xelef axivi û got "Em Çinar Seed şermezar dikin. Ew nikare li ser me nirxandinên wisa bike. Bila hedê xwe bizane. Bila wek jinek bi fikire û ji xwe fedî bike. Ew gotin ne gotinê jinekê ye. Dilê xwe de siyasetmedar e. Bi van gotinan xwe rezîl dike. Çi mafê wê heye heqaret li Nadya Murad dike. Tiştên ku me jiyan kir bihata serê wê jî ka meyî bidîta wisa daxivi an na. Nadya Murad taca serê me jinên Êzîdî ye. Ew êşa me jinên Êzîdî jiyan kiriye tîne ziman. Tiştekî xirap nekiriye. Bila Çinar Seed zimanê xwe li ser jinên Êzîdî dirêj neke."

Nurê ji hemu derdorên pêwendîdar re bangawazî kir û got: "Divê hesabê van gotinan ji Çinar Seed bê pirsîn. Ger derfet hebiya me jinên Êzîdî hesabê van tiştana jê pirsîba. Lê em bangawazî li derdorên pêwendîdar dikin û dibêjin divê hesabê vê gotinê ji wê were xwestin."

Nurê balkişand ser piştgiriya jinan ya ji bo jinên Êzîdî û taybet jinên Rojhilat ku ji bo şermezar kirina Çinar Seed ji bo van nirxandinê wê yên çewt spasiya xwe anî ziman û wiha pênde çu: "Gelek jin û derdor bersivên pir xurt dan Çinar Seed. Taybet jinên Rojhilat kampanya imzayan dabun destpêkirin. Em wan jî spas dikin. Di demên wisa de piştgiriya jinan rihê yekitiyê xurt dike. Em wek jin êş û jana me yek e, ji bo vê jî helwestê me jî weke. Em hemu kesên ku piştgiriya me kirin û parastina jinên Êzîdî kirin spas dikin."

Jinan piştî axuyaniyê duruşmeya "Jin jiyan azadî" bilind kirin.

(ta/zt)