'Jinên Êzidî misogeriya serkeftina hemu rêxistinên Şengalê ye'
09:15
Arjîn Azadî-Nûjîyan Erhan/JINHA
ŞENGAL - Jinên weke delege beşdarî komgra TEVDA yê bûn gotin: "Em jinên Şengalê saya Xwedê û Serok Apo cardin bi alikariya YBŞ, YJŞ, HPG, YJA-Star em rê nedin dijminan. Pişta dijmin şikestiye, emê hewil bidin ku xwe komîserhev bikin. Jinên Êzidî misogeriya serkeftina hemu rêxistinên Şengalê ye."
Di 24'ê mehê de TEVDA kongra xwe ya 6. lidarxist. Di kongrê de 75 jinên êzidî cîh girtin. Di encama kongrê de TEVDA xwe wek partî rêxistin kir û navê xwe kir Partiya Azadi û Demokratîk ya Êzîdiyan(PADÊ). Jinên Êzidî yên çiyayê Şengalê nerînê xwe anin ziman û gotin: "Em rê nadin dijminan heya em sax bin."
Ji delegeyên kongrê Xatun Omer da zanin ku ev kongre ji bo hemu Êzidiyan firsatekî pir mezin e û wiha domand: "Ev dayik, xuşk û brayên me yên ku ji bo xatira Êzdatî vê kongrê de kombûne ez slav dikim û xêr hatina wan dikim. Kesên riya xwedê de bin bila ser malê dinyayê kor nebin. Malê dinyayê ne tiştek e. Hinek kesan mal û mulk wek dinyayan kom kirin û DAIŞ hemû talan kir. Ji bo vê jî bila kes li ser malê dinyayê pişta xwe nede gelê xwe. Hinek malê wan hingî hebu nizanibû têxe kuderê. Bila mal çavê kesî kor neke. Bila bo ola xwe ji bo vê axê, vî çiyayê her dem bûyî perestgeh û cihê parastinê ji bo me xebatê bikin. Bila bo xatira malê dinyayê dijmin tilya me neke çavê hevudu de. Ev kongre jî em kêfxweş û serbilindin. Xwedê bike her tim ji bo tiştên wisa kêfxweş em hevdu kom bibin û serkeftina me mezintir bibe. Em spasiya xwe ji bo kesên ku hiştin em wek jin û keç milê fikir de pêşbikevin dikin. Em hêvîdarin ku hemu gelê me vegere Êzidîxana xwe û ji bo xatirê Êzdatî kar bike."
Xatun Omer balkişand ser fêsadiyên ku hukumeta heremî dixe nav Êzidiyan û got: "Niha ez derdikevim ser tv yan dipeyivim, hinek diçe ser min daxive û maaşa birê min aliyê KDP ve tê qut kirin. Bila miletê me bes van karên wiha bike. Heya kengî emê bibin muhbirê hev. Ev tişt ne şuxulê Êzîdiyan e. Herkes ser navê xwe ye. Bi van tiştana nikarin me asteng bikin. Em hêvîdarin ku miletê Êzîdî van gotin û şuxulana berde."
Delegeyek din a beşdarî kongrê bû Xezal Mendo jî wiha axivî: "Ez xêr hatina van dayik û xuşkan hemuyan dikim. Vê kongrê ji hemu gelê me yê Êzîdî re pîroz dikim. Em dixwazin xebatê me ji bo gelê me û Êzîdxanê zêdetir bibe û em pêşde bibin. Hêza me ya parastinê heye, YBŞ û YJŞ. Em jî xwe wek partî rêxistin dikin. Em dixwazin van karên me zêdetir bibe. Vê kongrê serî de li şervanên me yên çeperan de ne re pîroz dikim. 19 jin û zarokên Êzîdî li Musilê hatin şewitandin. Em tola wan li erdê nahêlin. Cardin Çinar Seed ku gotinên çewt bo me jinên Êzîdî bikar anîbû ez wê şermezar dikim. Îro kombûna ewqas jinên Êzîdî ji bo wan nêzikbûnên wisa re bersiva herî mezin e."
Leyla Hesen ku 12 salin nav xebatên TEVDA de cih digre kongreya 6. wiha nirxand: "Em hêvî dikin ev kongreya 6. ji bo Şengalê serkeftinekî mezin bîne. Ev kongre li hemu Êzîdiyan pîroz bibe. Ev 12 sale em di nava TEVDA de kar dikin. Em ji bo Êzidiyan kar dikin û keda me tucar vala naçe. Îro jî em bun partî û bi navê PADÊ emê xwe zêdetir xurt bikin û rêxistina xwe mezintir bikin. Em rê nadin dijminê hov. Em jinên Şengalê saya Xwedê û Serok Apo cardin bi alikariya YBŞ, YJŞ, HPG, YJA-Star em rê nedin dijminan. Pişta dijmin şikestiye, emê hewil bidin ku xwe komîserhev bikin. Jinên Êzîdî misogeriya serkeftina hemu rêxistinên Şengalê ye."
(zt)