Dayikên Aştiyê: Werin em piştevaniya Geverê mezin bikin
09:43
JINHA
COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi armanca piştevaniyê hatine Geverê gotin: "Dewletê avahiyên Geverê hilweşandin û şewitandin, lê nikarî îradeya gelê Geverê hilweşîne."
Li Navçeya Gevera Colemêrgê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin û şewitandin her diçe piştevanî mezindibe. Piştî ku li Geverê qedexeya derketina kolanan hat rakirin gel ê Geverê vedigerin ser axa xwe. Welatî bi baweriya avakirina bajarê xwe xebatê didomînin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo birînên welatiyan bi hev re derman bikin hatine Geverê. Pêşiyê Dayikên Aştîyê li kolanan geriyan û serdana dayikên Geverê kirin. Pîştî serdana malbatên Geverê, Dayika aştiyê Aliye li ser navê Endamên Meclîsa Dayikên Aştîyê yên Wanê axivî û wiha got: "Em ji bo welatiyên Geverê hatin, da ku ji bo avakirina Geverê jî bibin derman. Dewletê Gever tev şewitandiye lê baweri û hêviya welatiyên Geverê wek berêye."
'Hemû kes vegeriye ser axa xwe'
Aliye wiha berdewam kir: "Em dayikên aştiyê ji bo welatiyên Geverê hatine. Karê ku bikeve ser milê me dayikên aştiyê em ê bikin. Em ê birînên Geverê bipêçin. Em kolan kolan digerin û serdana dayikên Geverê dikin. Hemû kes vegeriye ser axa xwe. Kesê axa xwe bernedaye."
'Dewletê avahî hilweşandine lê nikare îradeya welatiyan hilweşine'
Aliye diyar kir ku hêzên dewletê êrîşî avahiyan kirine û hemû avahî hilweşandine û wiha dom kir: "Armanca dewletê ew e ku welatiyan ji Geverê derbêxe û koçber bikin. Lê bila dewleta tirk bizane ku armanca wan cih nayê. Her çiqas avahiyên gel ê me hilweşandibin jî nikarin îdareya gel ê Geverê bistînin. Bila dewlet nebêje ku welatiyên Geverê çûn, kes ê axa xwe bernedaye. Hemû kes vegeriye ser axa xwe. Raste dewletê avahiyên wan hilweşandin lê nikariye îradeye wan hilweşine."
'Bila hemû kes destê xwe bide hev ji bo Geverê'
Aliye ji bo piştevaniya Geverê bang li hemû gel ê kurd kir û got: "Em jî bo dayik û ciwanên xwe hatin Geverê. Bang li hemû gel ê kurd dikin bila destê xwe bidin yêk û Geverê wek berê ava bikin."
'Canê gel ê kurd saxbe'
Ji dayikên Geverê Zekiye Ike jî got: "Dewleta tirk bi keyfî ketiye nava avahiyên me û şewitandin. Ev hilweşandinên avahiyên me hişmendiya dewletê derdixe holê. Em ji bo xwe nakin xem. Dema ku me destê xwe da yêk wê demê em ê dîsa wek berê avahiyên xwe ava bikin. Canê gel ê kurd saxbe. Erdogan her çiqas avahiyên me hilweşîne jî nikare me jî doza me dûr bike. Nikare îdareya gel ê kurd. Bang li hemû gelê kurd dikim destê xwe bidin yêk û em xwedî li xwe derbikevin."
(kom/zt)