Ji bo malbatên Nisêbînê banga piştevaniyê

10:18

JINHA

MÊRDÎN - Daireya Xizmetên Civakiya Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê xwe gihand nêzî 12 hezar malbatên ku ji Nisêbînê koç kirîn, ji bo wan kampanya ya alîkariyê dane despêkirin û banga piştevaniya kampanyayê kirin.

Daireya Xizmetên Civakiya Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê xwe gihand nêzî 12 hezar malbatên ku ji Nisêbînê koç kirîn û ji bo hîn zêdetir bigihe malbatan li benda alîkariya mirovên baldarin. Feride Ozer a ku du sale di nava Xizmetên Civakiya Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike destnîşan kir ku di meha remezanê de di milê alîkariya malbatan de kêm mane û got: "Ji bo ku hîn zêdetir li malbatên koçberbûne xwedî derkevin, em li benda alîkariya mirovên baldarin. Em li benda fitir û zikatên meha remezanê ne. Di rewşên awarte de me ji bo Cizîr û Hezecê jî alîkariya zexîreyan dişand. Ev sê mehe tenê em alîkariya zexîre didin malbatên Nisêbînê. Heya ji destê me tê em li gel zexîreyan pêdiviyên zarokan jî didin. Em bi derfetên xwe yên kêm hewildidin bibin alîkar ji bo malbatan. Bi şêwirmendiyê emê bikarin kêmaniyên heyî derbasbikin. Ji bo wê jî em li benda mirovên baldarin."

Xebatkara Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê Şarize Şimdi jî got: "Ji bo belavkirina alîkariyê pêdiviya me bi ajokarekê heye. Ji bo pakêtkirina zexîreyan jî pêdivî bi mirovên dildar heye. Pêdiviya malbatan bi her tiştî heye, ji bo wê jî alikariya me kêm dimîne. Em bi qasî 30 kilo zexîre didin malbatan. Li gel zexîreyan jî pêdiviyên zarokan û kincên heyî jî belavdikîn. Ji ber pêdivî pir zêde heye, em dizanin alîkariya me kêm dimîne. Di hinek malan de çend malbat dimînin, ji bo wê jî alîkariya em didin kêm dimîne. Banga me ji bo hemû mirovên baldar heye, tevlî alîkariyê bibin. Destê xwe dirêjî Nisêbînê bikin. Em li benda alîkariya gelin."

(zt)