'Soza me tolhildana 19 jin û zarokên hatin şewitandine'
11:01
Hewlêr Şahîn/JINHA
ŞENGAL - Endama Radyo Dengê Çira Şengal Nesrin Şengal li ser ew 19 jin û zarokên ku li Musilê bi saxî di qefesan de li ber çavê gel hatibun şewitandin axivi û got: "Soza me wê bibe tolhidan wan. Heya ku yek jinên me di destê wan de heye em narawistin, em dibêjin ji ferman û kuştina jinan re êdi bese."
di meha gulanê de li bajarê Musilê çeteyên DAIŞ'ê 19 jin û zarokên di fermanê de ketibûn destê wan li ber çavê gel di qefesan de şewtindin. Sedema şewitandina wan ji ber li ber xwe dan, vîna xwe teslîmî çeteyan nekirin û bê tirs mirin û şewat hilbijartin. Li hemberî vê raya giştiya cîhanê bêdeng ma, weke hemû ferman û felaketên ber ser kurdan de tên. Lê weke her demê cardin jinên kurd dizanin rêxistinbûn dikare dawiyê li hemû fermanan bîne, ji bo wê jî bertek nîşan didin. Xebatkara Radyo Dengê Çira Şengal Nesrin Şengal jî ser 19 Jin û zarokên ku li Musilê bi saxi di qefesan de li ber çavê gel hatibu şewitandin axivî.
Nesrîn diyar kir ku wan fermanên berê bi serê êzidiyan hatî nedîtin lê ya 3 yê Tebaxa sala 2014'an baş dîtin û wiha got: "Em wek civaka Êzidi di gelek fermanan re derbasbûn. Me bi xwe fermanên berê jiyan ne kiriye, lê belê her dem kesên temen mezin ji mere qala fermanên derbasbûyi dikirin di gotin ku di fermanên derasbûyi de bi milyona gelê me yê Êzidi hatibûn qetil kirin. Wan kesên ku ferman bi ser me de di anîn dixwestin dawi li çanda me ya Êzidiyan binin. Ez bi xwe jî di fermana 3 yê Tebaxa 2014'an de bûm, bi rastî li gorî nêrinên min fermana herî giran ev fermanbû. Fermanên berê raste bi milyonan mirov hatin kuştin, lê belê kes bi saxi neketin destê wan, li bazaran ne hatin firotin û bi saxi ne hatin şewitandin. Ama di ferman 3 yê Tebaxa sala 2014'an de femanek wisabû civaka me tar û mar kirin, bi hezaran mirov hatin kuştin û ji bo jin û keç me nekevin destê wan hovan xwe ser xaniyan û zinaran de avêtin û dawi li jiyan xwe anin. Ji ber şert û mercên zor gelek zarok ji birça mirin. Heya em gihiştin cihekî bi ewle zehmetiyên xwe pirbûn. Ew jin û keçên me yên bi saxi ketibûn deste DAÎŞ'ê li bazaran tên firotin."
'Emê bi xurt kirina rêxistinê tola wan rakin'
Nesrin wiha berdewam kir: "Ev dijminê me yê hov her dem dixweze bi nêzkatiyên xwe yên hovane vina me lewaz bike. Her roja derbas dibe ev hovitiya wan bi rengek zelal der dikevê holê. Belkî dem ji sere derbasbe berî demekê lî Musilê 19 Jin û zarok bi saxi di qefasan de li ber çavê gel hatin şewitandin. DAÎŞ ew jin û keçên ku revandibu her dem bi nêzikatiyên xwe yên hovane û dervey mirovati dixweze vina wan lewaz bike. Ji wan re dibêjin ku yan hunê werin ser dinê me yan jê em ê bi were rakevin. Ji ber van jin û zarokan li hinberî vê hovitiya wan serê xwe ne tewandin, nehiştin dest dirêji li wan were kirin bi saxi di qefesan de li ber çavê gel hatin şewitandin. Bi van nêzikatiyên xwe yên hovane dixwezin peyamek weha bidin jin û keçên Êzidî ger ku hun li gorî me tevnegerin emê wê di fermanan re derbas bikin û we bi saxi bi şewitinin."
Nesrin Şengal weha pêde diçe: "Lî gorî nêrinê min hêza DAÎŞ nemaye li her derê rastî berxwedana hêzên paristina civakê tên û binkeftinên mezin jiyan dikin. Bi teybel li Rojava û Şengalê widahiyên mezin dan, ji wan tola fermanê hatin rakirin. Ji ber hêza wan nemaye bê çare diminin diçin êsirên di destê xwe de di şewitinin. Bila ew baş zanibin em gava şûnde na avêjin, em ne wek berêne me xwe di hemu aliyan de bi rêxistin kiriye. Heya em saxibin em vê fermanê ji bir nakin bi teybet ew jin û zarokên ku li Musilê hatibûn şewitandin. Her ew yek ji me qetil dikin hêrsa me mezintir dibe, emê tola wan ferman wan jin û zarokan rakin. Raste êş û azarên me pirin dilê me birîne. Lê em di vê yekê de zelalin. Ji ber berê rêxistina me tinebu em rasti fermana hatin. Ema me niha di hemu aliyan de xwe bi rêxistin kiriye. Emê tola wan jin, keç û zarokan rakin. Soza me wê bibe tolhidan wan. Heya ku yek jinên me di destê wan de heye em narawistin, em dibêjin ji ferman û kuştina jinan re êdi bese."
Nesrin Şengal weha dawî li gotinên xwe anin: "Ew 19 jin û zarokên ku li Musilê hatibûn şewitandin, di aliyê raya gişti de bêdengiyek hebu. Li henberî hovitiyek weha bêdengî hebe ev tê wateya ev hovitî tê erê kirin. Ez bang li hemu kesên ku dibêji em mafê mirovan di parêzin bila rabin ser xwe vê hovitinyê bibinin, çavê xwe ji van hovitiyan re negirin. Ez bang li hemu gelê me yê Êzdi dikim bila werin li ser axa xwe, em bi hev re axa xwe bi parêzin. Ji ber dema ku yekitiya civakê xurt be kes nikare êrişî wê civakê bike. Ez jî dibêjim werin em bi hev re axa xwe bi parêzin."
(zt)