Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş li Minbicê jiyana xwe jidest da

11:07

JINHA

MINBIC - Şervana Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) di hemleya rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Rojava ya Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst daxuyand ku şervana wan Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) di hemleya Fermandar Ebû Faysal Leyla ya rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sevda beriya salekê tevlî nav MLKP Rojava bûye û di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de di eniyên herî pêş de cih girtiye û wiha hat gotin: "Ala azadî û sosyalîzmê dê di hemû eniyên me de bilind bibe. Ev soza me ya ji bo rêhevala me Raperîn û hemû şehîdên me ye. Raperîn Dîcle nemir e."

(zt)