Mertalên zindî ber bi Lîcê ve ketin rê

11:30

JINHA

AMED - Li hember bombaduman û pêşîlêgirtina komkujiyê bi sedan kes ji bo bibin mertalên zindî ber bi Lîcê ve ketin êr.

Li hember bombaduman û pêşîlêgirtina komkujiyê bi sedan kes ji bo bibin mertalên zindî li ber avahiya KCD'ê û avahiyên DBP yên navçeyan kombûn û ber bi Lîcê ve ketin rê. Di navê de Parlementerên HDP'ê yên Amedê Sibel Yigitalp, Nursel Aydogan, endamên meclisên KCD, DBP û HDP'ê, Dayikên Aştiyê û endamên STK yê jî di navê de bi konvoya ji dehan wesayitan ber bi Lîcê ve ketin rê.

Di dema rêketinê de Nursel Aydogan axaftinek kin kir û got: "Despêkê bajar topbaran kirin, dîtin gel pes nake, vêcarê jî bi rêbazên hovane hewildidin welatiyan ji ser axa wan bidin koçberkirin. Emê desturê nedin welatiyan ji malên wan derxînin. Ji bo wê jî emê ber bi Lîcê ve bikevin rê. Em bang li her kesê dikin deng bidin vê têkoşînê û bên Lîcê."

(zt)