Li Wanê bazara pevguherînê hat vekirin

14:54

JINHA

WAN - Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê li Parqa Hûnerê bazara pevguhertinê vekir. Bazara pevguherandinê bi şîara "Tiştên te bikaranîne neavêje, biguherîne" hat vekirin.

Li Wanê Meclîsa Ekolojiyê di bin banê Komîsyona Aboriya Komunal de li Parqa Hunerê bazara pevguherandinê danî. Bazara pevguherandinê bi şîara, "Tiştên te bikaranîne neavêje, biguherîne" hat vekirin. Di bazara ku saet 13.00'an heya 19.00'an dê vekirîbe de cil, şal, çente û xişirên beriya niha hatine bikaranîn dê werin pevguherandin.

Bazara pevguherandinê dê mehê carekê were danîn.

(zt)