Til Koçer êrîşên ser Herêmên El Şehba şermezarkir

16:51

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên ser Herêmên El Şehbatên kirin, li bajarokê Til Koçer a girêdayî Girkê Legê bi pêşengtiya TEV-DEM'ê meşek hate lidarxistin.

Li bajarokê Til Koçer ê girêdayî Girkê Legê bi armanca şermezarkirina êrîşên ser Herêma El Şehba pêktên bi pêşengtiya TEV-DEM'ê meşek hate lidarxistin. Meş ji destpêka bajêr destpêkir û ber bi qada bajêr ve domiya. Di meşê de alên QSD, HPC û PYD hatin rakirin û dûruşmeyên "Minbic ne bitenê ye" û "Federalî çareseriya herî baş e ji bo biratiya gelan" hatin bilindkirin. Li qada bajêr piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Bi navê Meclisa Til Koçer Newaf Xadhan axivî û wiha got: "Em êrîşên li ser Hermên El Şehba şermezar dikin. Em ê li dijî van êrîşan bi yegiritnê û yekbûna hemû pêkhateyan derbeyên herî mezin li wan bidin. Hemleya Fermandar Ebû Leyîla jî wê bi serkeftina şervanan bibe bersiva herî tûj ji bo wan. Em berxwedana QSD'ê jî silav dikin."

Ji Kongra Star Îman Welat jî got: "Em ê bi yekîtiya hemû pêkhate û netewan êrîşên tên kirin vala derxin. Em ê bi Federaliya Bakurê Sûriyê û berxwedana QSD'ê û hemû şervanên ku li dijî çete û dijminan şer dikin, li ber xwe bidin û serkeftinê bidest bixin."

(rd/hs/zt)