Komîteya jinên Kurd a 5. Meşa Jinên Cîhanê hate diyarkirin

17:03

JINHA

QAMIŞLO - Ji bo diyarkirina komîteya jinên Kurd ji bo 5. Meşa Jinên Cîhanê ku dê sala 2017'an de were lidarxistin, nûnerên rêxistinên Rojava civîneke berfireh lidar xistin.

Di civînê de Buroya Pêwendiyên Jinên Kurdistanê REPAK ji Başûrê Kurdistanê, herwiha rêxistina jinên Bakûrê Kurdistanê KJA bi rêya tele-konferansê beşdarî kirin. Di encama civînê de komîteya jinên Kurd a 5. Meşa Jinan a Cîhanê hate diyarkirin. Meşa Jinan a Cîhanê ku di sala 2000'î de destpêkiriye, sala derbasbûyî di 8'ê Adara 2015'an de 4. Meşa Jinên Cîhanê li Nisêbînê pêkhatibû. Ev çalakî ji bo silavkirina şoreşa Rojava hatibûlidarxistin û hejmareke pir jin ji qadên cîhanê beşdarî kiribûn. Ji bo meşa 5. ku dê sala 2017'an çêbibe ji niha ve komîte têne derxistin. Ji bo komîteya meşê ya jinên Kurd derkeve li navenda Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi tevlîbûna rêveberên Kongra Star, Yêkîtiya Jinên Sûriyan, Lijneya Perwerdêyê li Rojava, Beşê Jinê di Şaredariya Gel a bajar, Desteya Jinê, Rêxistina Sara, Buroya Têkîliyên TEV-DEM, Partiya Civaka Niştîman Kurdistan, Partiya Niştîman a Azad, Partiya Aştiyê, Partiya Guhertin a Demokratî û endamên TEV-ÇAND-JIN civîneke berfireh çêbû. Ji REPAK ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye û ji KJA ku navenda xebatên jinan li Bakûrê Kurdistanê ye jî bi rêya tele-konferansê beşdarî kirin.

Di destpêka civînê de, rêverbira Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Asya Mihemed sedema kombûna civînê diyar kir û wiha pê de çû: "Emê bi rengê jina Kurd di meşa 5. a Jinên Cîhanê de cih bigirn."

Civîn bi nîqaş û nirxandên jinan dewam kir. Girîngiya tevlîbûna meşê hate ziman û wek encam jî komîteya Jinên Kurd a ku di hazirtiya meşê de cih bigire hate hilbijartin. Li gor vê yekê ji Rojavayê Kurdistanê rêvebera Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongra Star Hena Seydo, ji Başûrê Kurdistanê endama REPAK'ê Roza Tatanî û li Bakûrê Kurdistanê Ayşe Gokkan ji bo komîteyê destnîşan bûn.

Di dawiya civînê de jî Hena Seydo da zanîn ku ew ê encama civînê bi danezanekê ji tevahî saziyên jinan re bişînin.

(cg/hs/zt)