Semiha Akdogan ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

18:00

JINHA

COLEMÊRG – Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li Tetwanê jiyana xwe ji dest da li axa lê mezin bibû gundê Xurekana Geverê hat spartina axê. Dayika Semîha, Fatma Akdogan di sersaxiyê de diyar kir ku ew ê heya dawiya jiyana xwe li ser riya têkoşîna keça xwe biçe.

Cenazeya gerîlayê HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li navçeya Tetwana Bedlîsê di encama êrîşa tîmên taybet ku gule li wesayîtê reşandin jiyana xwe ji dest da, li gundê Xurekan a navçeya Gevera Colemêrgê dane êvêra hat oxirkirin. Li gel endamên DBP û HDP’ê gelek gundiyên derdorê beşdarî merasîma cenazeyê Semîha a di 12’ê Îlona 2008’an de beşdarî nav refên PKK’ê bîbû û li gelek deveran têkoşîn dabû bûn. Ji bo gerîlayê HPG’ê Semîha a bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat spartin axê îro navenda gund konê şînê hat danîn. Di nav de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî heyî bi sedan welatî çûn ser mala şînê û sersaxî dan malbata Semîha.

Di mala şînê de dayika Semîha, Fatma Akdoğan axivî û diyar kir ku ew ê heya dawiya jiyana xwe ji riya têkoşîna keça xwe venegere. Fatma anî ziman ku hemû êşa jinên kurd hevpar e û axaftina xwe wiha domand: “Baş e ku min perçeyên keça xwe dîtin û anîn cem xwe. Bila serê gelê kurd sax be. Keça min jineke rûken û zîrek bû. Wekî hevala min bû.”

Dayika Aştiyê Leyla Dûman jî ji malbata Semîha re sersaxî xwest û ev tişt anîn ziman: “Semîha şehîda me hemûyan e. Kesên xwe nas nakin û di riya şaş de diçin bila rastiyan bibînin êdî.”

(kom/zt)