Gundeke binavûdeng a Kobanê; Şêran
09:03
Zehîda Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Li her bajar û devereke Kurdistanê, hin cih û gund hene ku bi navûdeng in û xwedî çîrokeke taybet in. Li Kantona Kobanê jî gundê Şêranê ji hêla herkes ve tê nasîn.
Gundê Şêranyê ya girêdayî Kantona Kobanê dikeve 5 km. Rojhilatê Kantonê û li deşta Pirsûsê ye. Tê zanîn ku gund Berî Zayînê di dema Aşûriyan de bi navê Hedato hatiye nasîn. Navê Kurdî yê gund Şêran e. Gund ku di demê borî de bi şêrên xwe navdar bûye û navê xwe jî ji vê yekê digire, eşîreyên wek Elîdîn, Mifî , Şemso, Hecî û Dîman Mosko li vir jiyan dikin. Debara gund piranî li ser çandiniyê ye.
Niştecihên gund jî bi nav û dîroka gundê xwe şanazin. Me çîroka gundê Şêrane ji Dayika 65 salî bi navê Hacer Elî yek ji nişteciha herî kevin a gund pirsî. Hacerê diyar kir ku piştî ew zewiciye hatiye gund û wiha got, "Li dora gund şer hebûn. Jixwe gund navê xwe ji vir girtiye. Paşê bûyerek diqewime. Tê gotin rojekê şêrên gundê Helincê (2km. dûrî Şêranê) bi şêrên li gundê me re bi hev dikevin. Şêrê Helincê bin dikeve û dikeve erdê. Bi fermana Xwedayê Yezdan her du şêr bi yekcar dibin peyker (put). Gundiyan ev peyker muqedes ditînin, wek sembola gund dihate hesabandin. Piştî demekê hêzên Rejîma Sûriyê hatin ku wan bibin. Dema ew şêr ji erdê rakirin serên wan ketin erdê. Rejîmê yek ji wan peykerên bêser birin Helebê û yek jî birin Reqayê û temîr kirin. Hêzên dewletê du peyker bi şûna wan danîn cihê wan. Lê ew herdu karên destan bûn û heman wate nedidan."
Hacerê anî ziman ku ew wek gundiyên Şêranê hîna jî bi şêrên xwe yên ku ji gund derxistin girêdayî ne û wan beşek ji dîroka xwe dihesibînin û wiha pêde çû, "Xelkê gund jî wek van şêran jîr û zîrek in. Em bi şêrên xwe serbilind in. Niha jî serê wan şêran ji me re maye û em ê muqate bin ku tiştek bi wan neyê."
(ms/rc)