'Travma bi piştevaniyên civakî dikare bê çarçeserkirin’

09:04

JINHA

AMED – Mala Jinan a Kardelenê bi armanca piştevaniya xwe yabi Sûrê re mezin bike xebatên xwe yê qadê dimeşîne. Xebatkara Mala Jinan a Kardelenê Emîne Aslan diyar kir ku bi vê armancê du caran kermes çêkirine û goti bi vî pereyê sarinç û hewcedariyên din yên pêwist girtiye û got: “Divê em piştgiriyê bidin hev. Şerekî ku tê jiyîn heye. Ev travmaya şer ancax bi piştevaniya civakî dikare derbas bibe.”

Bi pêşengiya Mala Jinan a Kardelenê ya girêdayê Şaredariya Baglarê ya Amedê bi armanca piştevaniya bi Sûrê re li Baglarê xebatên qadê dimeşîne. Xebatkara Mala Jinan a Kardelenê Emîne Aslan têkildarî xebatên xwe de agahî da û got piştevanî ne tenê aboriye, piştevanî di alî manewî de jî divê hebe.

Mirov bi hestiyar nêz dibin

Emîneyê got bi Mala Jinan a Kardelenê û Yekîneya Jinan a Şaredariya Baglarê re ji bo malbatên ji Sûrê derketine kermes çêkirine û got: “Ji bo malbatan me piştevanî da dest pêkirin. Me du kermes pêk anî. Me pereyê kermesê sarinç û hewcedariyên din girtin. Ji bo em piştevaniya xwe mezin bikin em li Baglarê xebatên xwe dimeşînin. Di meha Remezanê de welatî zêdetir hestiyar nêz dibin.”

‘Ji cihê wan kirin’

Emîneyê bi lêv kir ku ji ber şerê li Sûrê hatiye jiyîn mirov bi zorê ji malên wan hatine derxistin û got: “Malên welatiyan hatin xera kirin. Mirovên ji Sûrê derketine li cihekî din di alî jiyanê de zehmetiyan dikişînin. Pirsa ‘Li bajarekî tenê ji ber guherîna taxê pirsgirêka adaptasyonê pêk tîne?’ dipisrisin. Lê wek tê zanîn jiyanek wan mirovan henebû, her tiştên wan li wir hatibû runiştin. Lê ji ciwê xwe hatin qûtkirin.

‘Em xebatên qadê dimeşînin’

Emîneyê xebatên li Baglarê dimeşînin vegot û wiha berdewam kir: “Sarinca me girt, me da kesê hewcedariya wan pê heye. Em ketin malekê dayik ne li malê bû. 3 zarokên biçûk hebûn. Yê herî mezin 10 salî bû. Avahî gelek xera bû. dema em ketin avahiyê me rewşa malê hinek texmîn kir. Li erdê tenê çend bêrikên kevn hebû. Çend parçe nivîn hebûn. Sarincek kevn hebû. Di sarincê de ti tiştek tinebû. Zarokan got dayika wan li derve û bavê wan jî ji ber remezanê naxebite. Ji ber zarok biçûk bûn me zêde tişt pirs nekirin. Rewşên wisa dikarin ji bo me bê ragîhandin.”

Emîneyê da zanîn ku ji bo hewcedariyên madî û manevî ji holê rabin divê piştevanî bê dayîn û bi piştevaniyê dikare ev travma ji holê bê rakirin.

(hu)