Kardelen Fîncanci: Nekarin biçewisînin bila bi me de nekevin

09:27

JINHA

STENBOL- Keça Prof. Dr Şebnem Korur Fîncanci ku bi hinceta beşdarî Nobedariya Weşana rojnameya Ozgur Gundemê bûye hat girtin, Kardelen Fîncanci axivî û diyar kir ku heta dixwazin bila bi me de bikevin, bi zextan kes nekare me biçewisîne.

Prof. Dr Şebnem Korur Fîncanci bi hinceta beşdarî Nobedariya Weşana rojnameya Ozgur Gundemê bûye hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Piştgiriyên ji bo Şebnemê her diçin zêde dibin. Keça wê Kardelen Fîncanci têkildarî girtina dayika xwe de axivî û got zextên li ser çapemenî û muxalîfan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Mirov dibêjin nayê serê me û dengê xwe nakin. Lê ev hikûmet hêdî hêdî vî gelî tine dike. Ji ber dayika min yek ji van tinekirinan berhev dikir, niha di hundir de ye.”

‘Piştgiriya ji bo Ozgur Gundemê kirin hincet’

Kardelenê bi lêv kir ku ew ji ber piştevaniya azadiya dayika xwe gelek kêfxweşe. Kardelenê ev tişt anîn ziman: “Li hincetekê digeriyan. Ev hincet jî nobedariya weşana rojanameyê bû. Dewletê dipa ku şaşiyek li gorî wan bike. dayika min bi ti awayî xwe xerab hîs nake. Bi saya wê li vir piştevaniyek cidî tê meşandin.”

Kardelenê bi lêv kir ku ew encama îtîraza ku kirine dipên û wiha berdewam kir: “Pêvajoyek zehmete. Ez li ser navê xwe hem jiyana wê û hem jî jiyana xwe dijîm. Çiqas bi me de bikevin jî zext me têk nabin.”

(hu)