'Em ê wek mamoste parvekirinê esas bigrin'
09:42
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Endamên 2. dewreya Akademiya Şehîd Zozan a mamosteyan qala asta perwerdeyê xwe kirin û gotin behsê perwerdeya ku dibînin kirin. "Li welatê me ji ber rewşa şer, her roj zarok bandor dibin û tirsê dijîn. Ji bo ku mamoste bikaribin bi awayeke rast van zarokan ji rewşa tirs û xofê derxin û pêşerojeke baş ji wan re ava bikin, divê dest pêkê di zanebûna hemû tiştên jiyanê de bin."
Akademiya Şehîd Zozan a mamosteyan navê xwe ji Zozan Yûsuf ku di komkujiya 25'ê Hezîranê li Kobanê hate qetilkirin digire. Dewre her roj ji saet 8'an destpê dike û heya 1'ê nîvro didome, hêjmara mamosteyan ku tevlî perwedeyê bûne 250 mamoste ne ku ji wan 95 jin in. Waneyên dewreyê wiha ne: waneyên siyasî, zimanê kurdî, zimanê erebî û ingilîsî, matematîk, fîzîk, Jineolojî û waneyên sosyolojiyê. Têkildarê mijara perwerdê Rêvebera Akademiyê Nesrîn Ebdulqadir axivî. Nesrînê wiha got: "Me ev dewreya ji destpêka meha Sibatê destpê kir. Di meha destpêkê perwerdeya îdeolojîk û sê mehan jî perwerdeya zimanê Kurdî ji mamosteyan re hate dayîn. Di esas de perwerde xwedî girîngiyeke mezin e. Ne tenê ji bo xwendin û nivîsandinê, perwerde wek av û xwarinê ji bo mirov pêwîst e. Ji ber, divê dîrok baş were naskirin û herî zêde dîroka jinê baş were famkirin."
Nesrînê qala rewşa zarokên Kobanê ku bandora şer li ser wan çêbûye kir û axaftina xwe wiha domand, "Li welatê me ji ber rewşa şer, her roj zarok bandor dibin û tirsê dijîn. Ji bo ku mamoste bikaribin bi awayeke rast van zarokan ji rewşa tirs û xofê derxin û pêşerojeke baş ji wan re ava bikin, divê destpêkê di zanebûna hemû tiştên jiyanê de bin. Bê perwerde û zanînê tucaran, ne mamoste û ne jî tu keseke din nikare gavên rast û jiyaneke biwate ava bike. Ji ber vê yekê divê hemû mamoste û xwendevan tevlî perwerdeyan bibin. Herî zêde divê mamoste bi awayeke aktîf cihê xwe di nava perwerdeyan de bigirin, da ku bikaribin pirsgirêkên ku xwendevan rastê wan tên çareser bikin."
Her wiha mamosteya zimanê Kurdî Mehrîvan Xelîl jî girîngiya vê perwerdeyê kir û wiha got, "Em bi rêya vê perwerdeyê fêrî gelek tiştan dibin, em dixwazin bi vê fêrbûnê zarokan jî perwerde bikin û tirsa ku rêjîma Baas û şerê heyî di dilê wan de çandiye, paqij bikin û hêviyên jiyaneke xweşik li cem wan ava bikin. Piştî bidawîbûna vê perwerdeyê em ê derbasî dibistanan bibin, li wir em ê bi xwendevan re bibin yek û hemû tiştên ku em fêrbûyîn dê bi xwendevan re parve bikin. Wê danûstandina mamoste û xwendevan li ser vê bingehê be. Em hêdî hêdî vê guhertina erênî li dibistanan dibînin, zarok her ku diçe bêhtir xwesteka zanebûnê li cem zêde dibe. Bingeha perwerdê jî fêrbûna ziman e, daxwaza me ew e ku hemû xwendevan zimanê xwe bixwînin û fêr bibin, ji ber kesê ku nizanibe zimanê xwe, wê tucaran dîroka xwe jî nizanibe, di encamê de wê tu wateya jiyana ku dijî nemîne."
(hs/rc)