Polîtîkayên şer yên dewletê jinan qetil dike
09:47
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Jinên zêde bin bandora şerê pergala serdest ya mêr û koçberiyê de dimînin, li welatên ku koç dikin jî rastî êrîşên zayendî, komkujî, zewaca di temenê biçûk de tên. Yek ji van jî Fettaha A ye. Fettaha ji aliyê hevjînê xwe yê ku bi awayekî sîstematîk rastî şîdetê dihat, hat qetilkirin.
Fettaha A. Ji ber şerê li Sûriyeyê koçî navçeya Altindag a Enqereyê kirin. Hevjinê wê Yaser A. lê ferz kir ku parsekiyê bike. Lê Fettaha qebûl nekir û ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Bêguman yên herî zêde di bin bandora polîtîkayên delwetan de dimînin jin û zarokin. Di encama pêvajoya şer de jin rastî taciz û tecawizê tên. Her wiha di temenê biçûk te jî tên zewicandin.
Fettaha çima hat qetilkirin?
Fettaha ji ber şerê li Sûriyeyê xaka xwe terk kir û bi 4 zarokên xwe re li Tiriyeyê bi cih bû. Fettaha 3 sal berê li navçeya Altindag a Enqereyê li taxa Alî Ersoy li kolana 30’emîn bi cih bû. hevjînê Fettahayê, Yaser nedixebitî. Fettahayê parsekî dikir û bi alîkariya cînarên xwe li zarokên xwe dinêrt.Fettaha roja bê qetilkirin, nexwestiye biçe parsekiyê bike, xwestiye biçe mizgeftê nimêja terawiyan bike. Li ser vê di navbera wê û hevjînê wê de pevçûn derket. Yaserê ku Fettaha qetil kir, nexwest ew diçe mizgeftê û got biçe parsekiyê bike. Bi keça ku berê ji birayê xwe girtibû hevjîna xwe li ber çavên zarokê xwe qetil kir. Cînaran gazî polîs kirin û Fettaha rakirin morgê. Hevjînê wê Yaser hat girtin. Keça wê ya mezin a 15 salî dan cem xizmên wan û zarokên din yên 3,9 û 12 salî jî nayê zanîn teslîmê dewletê an jî malbatê hatiye kirin.
Bedena jinê hedef digire
Jinên Sûriyeyên ji ber polîtîkayên şer neçar man koçî deverên cuda bikin, ji sala 2013’an de heta niha bi sedemên cuda ji aliyê hevjîn, bav û birayên xwe ve tên qetilkirin. Polîtîkayên şerê qirêj, bi hincetên wekê namûs, tolgirtin, mêtîngerkirinê destpêkê bedena jinê hedef digirin.
Ji 2013’an navê hinek jinên Sûriyeyê ku hatine qetilkirin wihane:
"*Di sibata 2014’an de li navçeya Sûrê ya Amedê jina ducanî bi kêrê hat qetilkirin
*Di îlona 2015’an de li navçeya Karabaglar a Îzmîrê jina bi navê E.M ya 35 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat qetilkirin.
*Di Nîsana 2015’an de Ahi Mahmud li mala xwe hat qetilkirin.
*Di Çileyê 2016’an de Fahriye Halîl ji aliyê dizên ku ketina mala wê ve hatin qetilkirin.
*Di Çileyê 2015’an de Nezahat Celal, dema ji Cizîra Şirnexê hewl dida ji sînor derbasî Şirnexê be ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
*Di Gulana 2014’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Şua Huseyîn El Ubeyt, di encama gulebarankirina leşkeran de hat qetilkirin.
*Di Hezîrana 2015’an de Ole Mahmut ya 18 salî jia liyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
(hu)