Li Enqerê Komeleya Femînîzmê ya hatî avakirin
10:29
Habîbe Eren/JINHA
ENQERE - Li Tirkiyê cara yekem li Enqerê Komeleya Femînîzmê hat avakirin. Seroka giştî ya komeleya ku bi dirûşmeya "Ne adeleta serdest adeleta rast" dest bi têkoşîna xwe yê jiyanê kirî Hazel Ecem Kiliç got, "Femînîzm tenê wek qadê parastina mafê jinan û dijminê mêr hat nasîn. Em hewildidin vê nêrînê ji holê rakin. Armancê me ne tenê jin, jinên ku maxdûr dibin, mêr û LGBTÎ tev gihandina heve."
Jinên ku hember pergala serdestiya mêr di her qadê de têkoşîna azadî û wek hevî didin, qadên xebatê û têkoşînê berfireh dikin. Komeleya Femînîzmê a ku li Enqerê hatî vekirin, bi komelebûnê dest bi têkoşîna xwe yê jiyanê kir. Seroka Giştî ya Komeleyê Hazel Ecem Kiliç qala pêvajoya hatina gel hev û avakirina komeleyê kir û got Komeleya Femînîzmê ne fermiye. Hazelê diyar kir ku li Tirkiyê di salên dawî de cînayet, tacîz û tecevûza jinan zêde bûye û anî ziman ku ew komale bi armanca rêxistinkirin kirinê avakirine. Hazelê da zanîn ku niha hêjmarê endamên komeleyê gihêştiye 30'î kes û got di nav endamên komeleyê de 5 mêr ên LGBTÎ hene.
'Em hevgirtinê esas digrin'
Hazelê bilêv kir ku nêrînek şaş li Tirkiyê hember femînîzmê heye û wiha domand, "Ne adeleta serdest adeleta rast" dest bi têkoşîna xwe yê jiyanê kirî Hazel Ecem Kiliç got, "Femînîzm tenê wek qadê parastina mafê jinan û dijminê mêr hat nasîn. Em hewildidin vê nêrînê ji holê rakin. Armancê me ne tenê jin, jinên ku maxdûr dibin, mêr û LGBTÎ tev gihandina heve. Li Tirkiyê cara yekeme ku komeleya femînîzmê avabûye."
'Gelek mijarên ku divê bên guhertin hene'
Endama komeleyê Esîn Turanli diyar kir ku ew dixwazin xwe bighînin tevahî kesimên civakî û wiha pêde çû, "Komalebûn hevgirtinê esas digre. Kêmahiyên xwe bi demê re em ê biborînin. Em dixwazin xwe bighînin her kesî. Li Tirkiyê di warê adeletê de gelek pirsgirêk hene. Armanc guhertine. Di demê pêş de ji bo malên stargehê em ê xebat bidin meşandin. Em ê bi xebatek kolektîf xwe mezin bikin."
'Cînayetên jin û LGBTÎ polîtîkin'
Avakarê komeleyê Ozlem Taşkesen jî destnîşan kir ku ew li ser siyasetê xebat pêk tînin û wiha pêde çû, "Cînayetên jin û LGBTÎ polîtîkin. Bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin ji bo me çiqas girîng be, ên ku li bajarên Tirkan pêk tên jî girînge. Em hewldidin gorî wê tevbigerin. Em wekheviyê esas digrin. Di têkoşîna xwe de em mafê jin û mêran diparêzin. Eger em dixwazin pergala serdestî biguherin divê em têkoşînek hevpar bidin meşandin."
(rc)