Ciwanên Kobanê bi meşa meşalayî tecrîd şermezar kirin
10:37
JINHA
KOBANÊ-Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR bi armanca şermezar kirina tecrîda Îmraliyê û komkujiya 25'ê Hezîranê meşek bi meşaleyî pêk anîn.
Li Kantona Kobanê YCR'ê bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîranê, meşek bi meşale lidar xistin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, her wiha alên YPG/YPJ'ê û YCR'ê hate hilgirtin. Ciwan bi dirûşmeya "Ciwan fedayiyên Apoyî ne" meşiyan. Meşa bi meşele ji Qada Aştiyê heya Qada Jina Azad berdewam kir.
Li wir di serî de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û dûvre li ser navê Rêverbiya Ciwana Fîras Amûdê axivî. Fîras diyar kir ku ew ê tu caran tecrîda Îmraliyê qebûl nekin û balkişand ser komkujiya 25'ê Hezîranê jî û wiha got, "Em ê wek ciwan tola şehîdên xwe hilînin."
Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(ze/jh/rc)