Li Pakîstanê futbol jiyana jinan diguhere
12:05
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN-Bi pêşengiya Tîma Futbolê ya Jinan a NY’ê li Pakîstanê turnuveyek pêk hat û peyama futbol ne lîstikek serdestiya mêre hat dayîn û hat gotin ku futbol amûreke xut ya guherîna civkî pêk tîne û peyamên aştiyê belav dike ye.
Tîma Futbmolê ya Jinan a NY’ê jib o ku nîşan bidin ku futbol ji bo wekheviya zayendê ye, ciwanan xurt dike û di mijarê civakê de amûreke xurte, turnuvayek organîze kirin. Turnuvaya futbolê ya di 10’e nîsanê de hat organîzekirin bi pîrozkirina Roja Ji bo Aştî û Pêşvebirina Navneteweyî Sporê dest pê kir. Ji Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Pakîstanê û Stêrkên Bilind Dibin yên Ciwan ên Rawalpîndê (YRS) zarokên keç, jin, sefîr, dîplomat û rayedarên NY’ê jî di tîman de cihên xwe girtin. Turnuvayê bi maça navbera Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Pakîstanê û Stêrkên Bilind Dibin yên Ciwan ên Rawalpîndê starta xwe da, jîrbûna jinên Pakîstanê di maçê hat nîşandan.
‘Spor rihê ekîbê ava dike’
Nûnera Jinan a NY’ê ya Pakîstanê Jamshed Kazî piştî turnuvayê axivî û got astengiya herî mezin ya li pêş pêkanîna sporê ya jinên Pakîstanê eve ku rastî îstîsmara zayendî tên. Jamshed bi lêv kir ku li Pakîstanê ji bo sporê qadên cemawerî yên bi ewle tine û wiha got: “Yek ji armanca jinên NY’ê eve ku cudabûnê ava bikin û jin di binewlehiyê de bin. Spor rihê ekîb, terza jiyana bi tendurist û elwehiyê ava dike. Zincîrên teng yên zayendê hildiweşîne. “
Min her tişt bi sporê hîn kir
Kaptana berê ya Tîmê Sana Mahmud jî got: “Sporê fêrî min kir ku ez kîme. Sporê gelek tişt da min. Futbol ne lîstikek mêrane. Futbol peyamên aştiyê dide û amûreke xurt ya guherîna civakê ye.”
(hu)