Nadîre Mater: Em ê rojnamevaniyê bikin

12:16

JINHA

STENBOL - 5 Rojnamevanên ku ji ber "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar" a rojnameya Ozgur Gundemê ketin ber lêpirsînê, ji bo îfadeyê bidin hatin Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê. Yek ji rojnamegerên ku di derbarê wan de lêpirsîn hatî dest pêkirin Nadîre Matere. Nadîre got, "Em hêvîdarin wê rojên aştiyê, rojên em karibin nûçeyên xwe çêbikin, bên. Bi biryardarî em ê piştgiriya hev bikin, em ê rojnamevaniyê bikin."

Rojnameger Yildirim Turker, Nadîre Mater, Farûk Balikçi, Tûgrûl Eryilmaz û derhêner Veysî Altay Yildirim ên beşdarî kampanyaya piştevaniya bo Rojnameya Ozgur Gundemê ya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" bûn, derbareyê wan de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" lêpirîsn hatibû destpêkirin û îro ji bo îfadedayînê çûn Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber dadgehê, 5 kesên derbareyê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin li gel parêzerên xwe çûn dozgeriyê. Tevî hempîşeyên wan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu û parêzer jî tevî rojnamevanan hatin edliyeyê.

'Divê derhal zext û zordarî biqedin'

Beriya dayîna îfadeyê Serokê Giştî yê Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) Tûrgay Olcayto li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Ji bo destekê bidin rojnamevanan em li vir in. Divê derhal zext û zordarî bên terikandin." Sekreterê Giştî yê Konseya Çapemeniyê Zeynel Lule jî bal kişand ser zext û pêla girtinê ya li hemberî rojnamevanan û xwest, rojnamevanên girtî serbest bên berdan.

Ji rojnamevanên îfadeyê bidin Nadîr Mater jî got, "Li şûna ku em nûçeyan çêbikin, em ê îfadeyê bidin. Em nûçegihaniyek li dora maf û aştiyê dikin. Em hêvîdarin wê rojên aştiyê, rojên em karibin nûçeyên xwe çêbikin, bên. Bi biryardarî em ê piştgiriya hev bikin, em ê rojnamevaniyê bikin."

Rojnamevan Farûk Balikçi jî da xuyakirin, ku yek ji hîmên girîng ên pîşeyê rojnamevaniyê piştgiriya hev e û diyar kir, ji bo vê piştgiriyê ew bûye rêveberê weşana giştî ya nobedar. Farûk got, "Ez ê dîsa heman tiştî bikim. Li pêşiya piştevaniyê wê nikaribin bibin asteng. Piştevanî wê biryardarî dewam bike."

Rojnamevan Tûgrûl Eryilmaz anî ziman ku, zexta di vê demê de li pîşeyê rojnamevaniyê tê kirin wî gelekî dêşîne û got, "Yekane armanc û daxwaza me, rojnamevaniyeke rast e."

Yildirim Turker da zanîn, ew bi rengekî çalak rojnamevaniyê nake, lê belê her tim piştgiriyê dide rojnamevan. Yildirim destnîşan kir, ku wê piştevanî bê xurtkirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Ûgûr Guç jî got, "Ev 55 roj in em nobedê digirin. Di roja 55. a piştgiriya ji bo Ozgur Gundemê de ne. Em rojnameyan, navendên nûçeyan bînin vê derê. Kê ma ye em rojnamevan li vir amade bikin. Divê ev zext êdî biqedin."

'Bila rojnamevanên girtî bên berdan'

Serokê Giştî yê Basin Îş a DÎSK'ê Farûk Eren jî xwest hemû rojnamevanên girtî derhal serbest bên berdan.

Hevrêvebera berê ya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê parêzer Eren Keskîn jî li vir peyivî. Erenê diyar kir, Ozgur Gundem rastiyan radigihîne û ji ber ku wextekê rêvebera wê bû, doz lê hatine vekirin û ji ber van dozan qedexe ye ew derkeve derveyî welat.

(rc)