Jinên Sûryan jî piştgirî dan kampanya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê'
12:28
JINHA
QAMIŞLO-Kongreya Star bi mebesta ji rêxistin û partiyan ji bo kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' piştgîrî bigire, serdanên xwe didomîne.
Kongreya Star kampanya berhevkirina îmzeyan a ku di 11'ê heyvê de bi dirûşmeya "Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê" daye dest pêkirin, dewam dike. Di vê çerçoveyê de Kongreya Star hevdîtinên bi rêxistin û partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne. Heyetek ji Kongreya Star û endamên Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk ya Kongreya Star serdana navenda Yekîtiya Jinên Sûryan a li Qamişlo kir. Bi ser navê heyetê endama Kordînasyona Kongreya Star Welîde Botî armanca serdana xwe anî ziman û wiha got, "Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi deng û yekgirtina jinan bidawî bikin."
Rêvebira Yekîtiya Jinên Sûriyan Sîmêl Samûel xêrhatina heyetê kir û da zanîn ku ew jî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî dibin. Sîmêl rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di azadiya Rojava û jinan de bi bîr xist û da zanîn ku divê her kes xwedî li vê kedê derkevin.
Rêvebira Yekîtiya Jinên Sûryan Elîzabet Gewriye jî diyar kir ew keda Abdullah Ocalan di têkoşîna azadiya jin û gelan de dibînin û azadiya wî girîng dibînin. Endama rêvebira Yekîtiya Jinên Sûriyan Îzla Hena jî got, "Em piştgiriya vê kampanyayê dikin. Em Rêber Apo wek rêberê xwe jî dibînin û em jî azadiya Abdullah Ocalan dixwazin."
Piştî axaftinan Îzla Hena bi ser navê Yekîtiya Jinên Sûryan belgeya kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' mohir kir.
Xebatên kampanya berhevkirina îmzeyan berdewam dike.
(cg/rc)