Asli Erdogan: Em bên girtin û neyên girtin jî heman tişt e

14:08

JINHA

STANBOL - Di kampanyaya piştevaniya ya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîskar Asli Erdogan nobet dewr girt. Asli li hemberî girtina 3 gerînendeyên weşanê yên nobedar bertekên xwe dan der û wiha got, "A rast heke em li cem Ozgur Gundemê cih negirin, wê çaxê em dibin sûçdar."

Kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a bo piştevaniya Ozgur Gundemê ya ji hêla rojnameger, rewşenbîr, akademîsyen û nivîskaran ve hat destpêkirin di roja 55. de jî didome. Nobeta îroyîn nivîskar Asli Erdogan dewir girt. Asli beşdarî civîna nûçeyan a rojnameyê bû û derbareyê sernivîsan de pêşniyarên xwe vegot.

'Heke em piştevaniyê nekin, em sûçdar in'

Asli derbareyê kampanyaya piştevaniyê de axivî û wiha got, "Di serdemeke wiha de, heke em li cem Rojnameya Ozgur Gundemê cihê xwe negirin, em dê sûçdariyê bikin." Asli diyar kir ku Ozgur Gundem bo gelên Tirkiyeyê êdî bûye remzek û got, rojname di salên 90'î de bibû hedefa bombeyan û îro jî bi girtin û binpêkirinan re rû bi rû dimîne. Asli wiha got, "Îro dîsa em salên 90'î dijîn. Bombekirinên berê niha cihê xwe dane girtinan ku sedemên wan ji rêzê ne."

'Ev girtin cihê fediyê ye'

Asli derbareyê kesên ku beşdarî kampanyayê bûn derbareyên wan de lêpirsîn hatin vekirin û girtin jî axivî û got, "Li ser navê dewletê cihê fediyê ye. Rewşenbîr, rojnameger û nivîskarên ku derbareyên wan de lêpirsîn hatin vekirin û hin ji wan hatin girtin, fediya dewletê ye. Heke ji bo piştevaniyê mirovek bê girtin, êdî divê merov têde li mantiqê negere."

'Em bên girtin û neyên girtin jî heman tişt e'

Asli ku got "Girtin helbet ne tiştekî baş e, kes naxwaze bê girtin" anî ziman ku êdî tu cudahî di navbera kuçe û girtîgehan de nemaye. Asli dest nîşan kir ku 3 kesên piştevaniya rojnameyê kirin û hatin girtin bi taybetî hedef hatine nîşandan û wiha got, "Dibe ku kesa ku di rêze de be ez bim jî, heke mebest bi van girtinan bo derveyî welat dersdayîn be, ez jî wek nivîskar, li derveyî welat têm nasîn."

(rc)