Li beramberî tecrîda Îmraliyê bertek zêde dibin
14:57
JINHA
TIL TEMIR- Kongreya Star li beramberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, bi çalakiyên cûrbecûr bertek nîşan dide. Kongreya Star a li bajarê Til Temir daxuyaniyek da da û diyar kir ku ew bi tundî tecrîdê şermezar dikin û wiha hat gotin, "Em bang li hêzên navnetewî dikin ku li ser hûkumeta AKP'ê zext çêkin da ku vê tecrîda dij-mirovahiyê bidawî bikin"
Ev nêzî 18'e sale Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li gor şert û mercên taybet yên derveyî hûquqê tê ragirtin. Dewleta Tirkiyê ji 5'ê Nîsana sala borî heya niha jî tecîrdeke girankirî li Îmraliyê pêk tîne. Kongreya Star ji bo bal bikişîne ser vê kiryara dij-mirovahiyê ya dewleta Tirkiyê, çalakiyên xwe berfirehtir kiriye. Îro jî li ber navenda Kongreya Star a Til Temir daxuyanî hate dayîn û azadiya Ocalan hate xwestin. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Xedîce Asim ve hate xwendin.
Xedîce diyar kir ku ew ser navê Kongreya Star û tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê tecrîda girankirî şermezar dikin û wiha hat gotin, "Em bang li hemû hêzên ku bi navê demokrastiyê xwe pênase dikin, em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku li ser dewleta Tirkiyê zext çêkin ji bo ku vê tecrîdê bidawî bikin. Ev saleke bêtir tu agahî ji Rêberê me nayê girtin, nahêlin ku parêzerê wî hevdîtin bikin. Em banga lezgîn dikin ku parêze derbasî Îmraliyê werin kirin û bi Rêber Apo re hevdîtin bikin."
Xedîce wiha dawî li gotina xwe anî, "Em wek jinên Kurd û bi taybet jinên bajarê Til Temir, vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Em ê li pey fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan bin û em ê ruhê xwe jê re feda bikin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.
(sş/rc)