Li Lîcê gund tên vala kirin

15:59

JINHA

AMED - Li Licê di operasyona ku bo veguherandina qereqolan avahî û daristan tên şewitandin de, vê carê jî li gundê Kerwasê nêzî 90 mal ji hêla leşkeran ve hatin valakirin û dagirkirin.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê li Licêya Amedê ya ku operasyon û êrîş lê didomin de, bi polîtîkayên xalîbûna ji mirovan gund tên valakirin. Li gundê Kerwasê nêzî 90 mal ji hêla leşkeran ve bi darê zorê hatin valakirin. Hat zanîn ku leşker û tîmên taybet ên gund dagir kirin bo gundiyan gotine, "Dê pevçûn dest pê bike. Em dê operasyoneke berfireh bikin. Em ji ewliya we neberpirsiyar in" û bi vî awayî bi darî zorê gund valakirine. Li gundê ku têketin û derketin lê tune ne, gundiyên ku wesayît peyda nekirin duh bi tarktoran bi zorê ji gund hatine derxistin. Her wiha li gel gefxwarinan jî çend malbat gundê xwe neterikandine. Li gel vê bi sedan welatiyên ku li mezrika Mehlê ya gundê Kerwasê bi heman rewş û êrîşan re rû bi rû ne. Welatiyên li vir, diyar kirin ku li hemberî Licê listikên mezin tên lîstin.

'Em dê gundên xwe neterikînin'

Ozlem a ku nişteciha gund e û ji ber ewleyiyê nexwast paşnavê wê diyar bibe got, "Ev der gundê me ye. Bi sedan sal e çand û zimanê me li vir zînde ye. Îro leşker hatine vir û dagirkirine û dixwazin me ji gund derînin. Lê bi tu awayî jî em dê ji gundê xwe dernekevin. Ev sekna me sekneke mirvahiyî ye. Em dê axa xwe neterikînin."

'Pêkanîn ku ji yên 90'î xerabtir di dewrê de ne'

Ozlema ku got, "Li ber çavên me gundên me tên şewitandin, çiyayên me tên bombebarankirin" dest nîşan kir ku bi van pêkanînan dixwazin gundan ji mirovan xalî bikin. Ozlem anî ziman ku, avahiyên ku gel bi keda xwe yê salan û bi zor û heft bela avakirine ji hêla hêzên dewletê ve tên xirab kirin û got, ew bi pêkanînên ku ji yên 90'î xerabtirin re rû bi rû ne.

'Wek 90'î em li ber xwe didin'

Ozlem dest nîşan kir ku zilm û wehşeta li hemberî Licê bi tu awayî nayê qebûlkirin û anî ziman ku leşker û tîm îşkenceyê li mirovan dikin û bi êrîş û pêkûtiyan dixwazin tirsê li gel mirovan peyda bikin. Ozlem diyar kir ku leşker û tîmên taybet ên bo Licê hatine sewqkirin bi feraseta DAIŞ'ê tev digerin û wiha got, "Li Rojava tirs û xofa ku li ser gelê kurd pêk dianîn, niha dixwazin heman pêkûtiyan li Licê jî bidin der. Tîmên taybet bi heqaretwarî nêzî mirovan dibin û bi muameleyên dermirovahiyî nêz dibin. Li gor vê serdemê tiştên xwe didin der, wehşet e. Li Licê rewşeke şerî ya defactoyî heye. Tirseke împaratoriyî belav dikin. Lê belê li gel vana hemûyan jî, kesên ku di salên 90'î gundên xwe neterikandin niha jî heman berxwedanê didin der."

'Li gel êrîşan jî em dê neçin'

Ozlem diyar kir ku bi êrîşan re pêwendiya bi navendê re hatiye birîn, rê hatine girtin û ji ber vê bi tengasiyên zexîreyî re rû bir û mane. Ozlem wiha domand: "Li ser xaka xwe em hepsa malê dijîn. Ji ber ku em nikarin derkevin derve bîstanê me hişikbûne. Em nikarin sewalên xwe biçêrînin. Êmê sewalan ên li malê jî qediya. Lê li gel her tiştî jî em li vir in û em dê neçin tu derî jî."

Aycan Çakil(37) jî diyar kir ku leşkeran fundên wan bo xwe kirine war û balê kişand ser şewata ku bi rojane didome. Aycan diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin derkevin derve û got, pêkanînên li hemberî Sûr, Cizîr û Nisêbînê niha bo Licê tên sepandin.

'Ne serkeftina xwe bi esrarê didin der'

Aycanê dest nîşan kir ku operasyonên li hemberî gelê kurd bi ser neketine û dest nîşan kir ku çapemeniya hewzê navê operasyonê wek 'operasyona esrarê' nîşan daye û wiha got, "Li tu deverên ku em lê dimînin esrar tune ye. Leşker bi xwe li biniya qereqolên xwe esrarê datînin. Em dikarên vê jî bipeyitînin."

'Dê AKP'ê têk biçe'

Welatiya bi navê Nesîde Kocakaya(50) jî diyar kir ku ew bi rojane di bin bombebaranê de dijîn û wiha bertekên xwe dan der, "Erdogan bo serokatiya xwe li ser kurdan komkujiyên mezin pêk tîne. Vî şerê AKP'ê yê ku bo ranta xwe daye destpêkirin, dê têk biçe. Di salên 90'î de ji ber ku em nezan bûn me gundên xwe terikandin. Lê niha em bi heman pêkanînan re rû bi rûne. Li gel vê jî em dê gundên xwe neterikînin."

Welatiyan bang hemû kesî kir da li hemberî van pêkanînan bi baldar bin û bi hetsiyariyî tevbigerin.

(rc)