Runiştina doza nûçegihanên me Ceren û Oyku sibê ye
16:01
JINHA
STENBOL - Sibê runiştina doza nûçegihanên me Ceren Karlidag û Oyku Dilara Keskin dema ku nûçe dişopandin hatin binçavkirin û bi idiaya 'tevlî çalakiyên çekdarî bûne' di derbarê wan de îdianame hatî amadekirin wê bê dîtin.
Sibê saet di 11.30'an de dê yekemîn runiştina doza Nûçegihanên me Ceren karlidag û Oyku Dilara Keskin ên dema ku nûçe dişopandin hatin binçavkirin, paşê bi îdiaya 'kartên ajansa îlegal a nûçeyan' dest danîn ser kartên wan û bi îdiaya 'tevlî çalakiyên çekdarî bûne' di derbarê wan de îdianame hatî amadekirin wê li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan bê dîtin.
(zt)