Di derbarê 6 gernendeyên dinê de jî lêpirsîn!
16:32
JINHA
STENBOL - Nivîskar û rojnamegerên wekî Hasan Cemal, Hasan Hayrî Şanli, Dîcle Anter, Çîlem Kuçukkeleş, Denîz Turkalî û Saîd Sefa yên ku piştgirî dan kampanyaya "Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê der barê wan de jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Zext û zordariyên li hemberî piştgirîvanên Rojnameya Ozgur Gundemê berdewam dikin, piştî der barê bi dehan gerînendeyên piştgirî dan Ozgur Gundemê de lêpirsîn hat vekirin, herî dawî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" der barê 6 kesên wekî Hasan Cemal, Hasan Hayrî Şanli, Dîcle Anter, Endama MYK'a HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, lîstikvan Denîz Turkalî û Saîd Sefa de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kampanyaya "Nobedariya ya Gerînendeya Weşana Giştî" di 3'yê Gulanê roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat destpêkirin, heta niha 55 kesan piştgirî da kampanyayê, der barê 50 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Ji van lêpirsînan 6 doz der barê wan de biryara bêşopandinê hat dayîn, 6 lêpirsîn vegeriyan dozê û herî dawî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, nivîskar Ahmet Nesîn û rojnameger Erol Onderoglu der barê wan de biryara girtinê hat dayîn.
(zt)