Mor Çati: Mumkune mirov şîdeta zayendî bînin ziman!

09:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Mor Çatiyê têkildarî ku li dijî êrîşên zayendî dikare çi bê kirin de bruşora ‘Anîna ziman a şîdeta zayendî zehmete lê mumkune’ weşand. Di bruşorê de têkildarî ku li dijî êrîşên zayendî dikare çi bê kirin de, delîl çawa tên veşartin de agahî cih digirin.

Weqfa Starbûna Jinan a Mor Çatiyê bi armanca têkoşîna li dijî êrîşa zayendî broşur weşand. Di bruşorê de têkildarî ku li dijî êrîşên zayendî dikare çi bê kirin de, delîl çawa tên veşartin de agahî cih digirin.
Mor Çati teşeyên şîdeta zayendî li gorî Kanûna Cezaya Tirk (TCK) digire dest: Wek taciza zayendî, êrîşa zayendî dide nasîn.

Li gorî vê: Kontrolkirina zayendê, biçûk xistin, cezakirin wek amûra şîdetê bikaranîn, tê wateya ‘şîdeta zayendî’. Hevjîn, bav, xizmên mêr, hezkirî, destgirtî û hevalên jiyana kar dikarin şîdeta bikin. Piraniya van mêran jî, yên ku tên nasîne, yên pê bawerin.

Teşeyên şîdet, êrîşa zayendî çine?

JINHA pir caran êrîşa zayendî bikartîne û sedema vê jî her cureyê şîdetê ya li ser beden û rihê jinê ye. Mor Çati ji taciza gotinî heta tecawizê, her axaftina bedena jinê tine dihesibîne wek şîdeta zayendî digire dest.

‘Berpirsê şîdeta zayendî yên şîdetê pêk tîne ye. Li gorî Mor Çatiyê teşeyên êrîş û şîdeta zayendî wihane:

“*Tecawiz kirin. Bi rêya fîzîkî û devkî tacîzkirin. Li têkiliya zayendî ferzkirin. Li pozîsyonên ku nayê xwesetin ferzkirin. Daxwaza ‘na’ nebihistin. Tevî ku daxwaz nîne ketina têkiliya zayendî. Bi zorê madeyên hişberê pê bikaranîn û ketina têkiliya zayendî. Destdana cihên zayendî. Zayendî wek rêbaza ceza û xelatê bikaranîn. Axaftinên ku bedena jinê biçûk dixîne. Teşhîrkirin û temaşekiririna dîmenên pornografîk.

*Her tim şopandin û bi telefon, înternetê nerehet kirin. Beyî destûr girtinê dîmenên tazî û zayendî kişandin. Bi dîmenan tehdîdkirin. Ferzkirina fuhuşê. Li karkeriya seksê ferzkirin. Li gorî xwe têkiliya zayendê.

Dema rastî tecawizên bên dikarin çi bikin?

Mor Çatiyê got dema hun rastî tecawizê bên dikarin çi bikin. Tiştên dikarin bên kirin wiha rêz kir:

*Dema hun rastî tecawizê hatin ger hun bixwazin gilî bikin hema serî li qerekolên nêzî xwe an jî bi daxwaznameyekê serî li dozgeriya komarê bidin. Li dozgeriyê jî daxwaza muayeneya xwe ya fîzîkî û psîkolojîk bikin.

Rêbazeke din jî serî li nexweşxaneya herî nêz bidin û rewşa xwe ji polîsên nexweşxaneyê re bêjin. Ger hun ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tecawizê hatibin, din av 6 mehan de mafê xwe yê gilîkirînê bikar bînin, an jî mafê we derbas dibe. Delîlên tecawizê dikarin zû winda bibin. Lê serî li saziyek tenduristiyê bidin û delîlan bikin bin qeydan. Bi doktorên xwe re parve bikin ku hîna biryara xwe nedaye ku serî li rêyên qanûnî bide.

Ji bo delîlên tecawizê winda nebe divê li çi baldar be?

* “Beriya muayeneya we bê kirin serê xwe neşon.

*Ger bi rêya oralê zordariyek hebe diranên xwe firçe nekin

*Cilên xwe neşon

*Di dema muayeneyê de cilên li ser web ila bên pakêtkirin û bikevin bin qeydan, mînakên mû, xwîn û spermê bi baldarî bê girtin û mînakên ji nav neynûkan bên girtin, wêneyên cihên cuda yên bedena web ê kişandin û li gorî rewşên din jî kar û bar bê kirin.

*Tecawizkar bi taybet sûc li nav çar dîwaran û li cihên ku şahid tineye pêk tîne. Ji ber vê jî divê delîl bi baldariyek mezin bê muhafazakirin. Saziyên tenduristiyê yên hun serî lê didin, bi israr bêjin ku bila serlêdana we bikeve bin qeydê û ji tipa edlî konsultasyonê bike.

* Di 2014’an de bi guherîna ji TCK’ê hatiye kirin dadgeh û dozgerî dikarin we sewqî saziya tipa edlî bikin. Hun dikarin serî li Beşa Zanista Tipa Edlî ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Stenbolê bidin û bixwazin muayeneya we ya fîzîkî û psîkolojîk bê pere bê kirin. Her wiha hun dikarin rapora xwe ji tipa edlî bigirin. Hun dikarin dermanên ku pêşî li nexweşiyê bi rêya zayendî derbas dibin jî bixwazin.

Ger di encama tecawizê de ducanîbûn çêbibe?

Mor Çati ji bo ducaniyên di encama tecawizê de çêdibin jî wiha got: “Di rewşa ku zordariyeke tibbî tinebe pêvajoya kurtaja qanûnî 10 hefteye. Lê li gorî xala 99. A Kanûnca Cezaya Tirk di encama tecawizê de ducanî hebe û 20 hefte derbas nekiribe dikar kurtaj bêkirin.

Bi rêxistinên jinan re bikevin nava têkiliyê

Di rewşa ku nexweşxane kurtaja we red bike hun dikarin daxwaznameyek nivîsî bikin û di vê mijarê de bi saziyan re (rêxistinên jinan, odeya tabîban û ŞONIM, baroyê) bikevin têkiliyê.

Dema hun rastî êrîşa zayendî bên hun dikarin çi bikin?

*Êrîşa zayendî û tacîz sûcên girêdayê gilîkirinê ne. Dema we berpirs û bûyer bihist hun dikarin di nava 6 mehan de gilî bikin. 6 meh derbas be mafê we jî diqede.

* Hun dikarin serî li qerekol û dozgeriyê bidin.

* Ger bi rêya e-posta û sms ji we re serlêdanek wisa hatibe delîlan tine nekin û veşêrin.

*Ger li kolanê bûyer pêk hatibe, qeydên kamereyê bigirin. Van qeydan wek delîl pêşkêşî qerekol û dozgeriyê bikin.

(hu)