Zewacên temenê biçûk payê pergalê ye
09:03
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endama Navenda Şehîdan ya Xabûr Corcêt Davud û Endama Rêveberiya Qada Perwerdê ya Kantona Cizîrê Delîla Til Temir nêrînên xwe di derbarê zewaca temen piçûk de anîn ziman û gotin, "Zewaca bi temenê piçûk berhemeke çanda desthilatdariyê ye. Malbat jî dibêjin çiqas keça me zû bizewice dê ewqas zû stara xwe bike. lê ew nizanin ku jiyana keça xwe wiha bidawî dikin."
Li Herêm û Rojavayê Kurdistanê jî gelek pirsgirêkên civakî hene ku piranî jin dibin mexdûr û jiyana wan diherime. Ji van pirsgirêkan zewaca bi temenê piçûk zirareke giran dide civakê. Di van deman de ku rêxistinên jinan bi xebatên cuda têdikoşin ku ji vê meseleyê re çareyeke mayînde bibînin û zagonên ku pêşiya vê bigire hatin derxistin. Lê hîna jî di nava civakê de bidawî nebûye. Rêxistinên jinan didin diyar kirin ku jinên temen piçûk ji bo ji zextên malbatê birevin, serî li zewacê didin û piştî demeke kin jî nema dikarin ji bin barê vê derkevin. Lewma serlêdana hevberdanê dikin. Di van mijaran de endama Rêveberiya Qada Perwerdê ya Kantona Cizîrê Delîla Til Temir û Endama Navenda Şehîdên Xabûrê Corcêt Davud nirxandin kirin û gotin, "Dema malbat keçên xwe yan jî xortên xwe bi temenke piçûk didin zewcandin, ev yek jiyana wan ciwanan bi neyînî bandor dike."
Endama Navenda Şehîdên Xabûrê Corcêt Davud sedemên zewacên bi vî awayî anî ziman, "Divê malbat keçên xwe bi temeneke piçûk nezewicînin. Herî kêm ger keç bixwaze bizewice, divê temenê wê bigihîje 20 saliyê, ji bo ku wateya zewacê bizanibe, wateya xwedîkirina zarokan bizanibe. Ji ber ger keç piçûk be nizane wê çawa bijî, çawa jiyana hevpar bi mêr re bi rêve bibe, heman tişt jî ji bo mêran jî wiha ye."
'Sedemek jî bikaranaîna bêzanebûn ya teknîkê ye'
Corcêt destnîşan kir ku sedemê herî sereke yek din jî torên civakî û înternete. Corcêt wiha berdewam kir, "Bikaranîna teknîkê bi şekleke bêzenbûn gelek pirsgirêkên cûda bi xwe re tîne. Hev bandor dikin. Jixwe li ser înternetê pir zêde reklama zewac, evîn û hwd. tê kirin. Ciwan pê bandor dibin." Corcêt ji malbatan hêvî kir ku keçên xwe bi temenê piçûk nezewicînin, û wiha pêde çû, "Ji ber wê demê hîna fêmnakin ku zewac çiye, sedemên wê, pirsgirêkin ku rastî wê werin û tu wateyê ji zewacê re nadin. Malbat dibêjin çiqas keça me zû bizewice dê ewqas zû stara xwe bike. Lê ew nizanin ku jiyana keça xwe wiha bidawî dikin."
Endama Rêveberiya Qada Perwerdê ya Kantona Cizîrê Delîla Til Temir jî diyar kir ku zewaca bi temen piçûk, ji çanda desthilatdariyê tê û wiha axaftina xwe dewam kir, "Wiha jî fikir û hizrê ciwanan bi malbatê ve didin girêdan. Ji bo ciwan ji enerjî û zihniyeta ciwantiyê dûr bikevin, ji bo mirovan bikin pêveka sîstemê, zewaca bi temenê piçûk teşwîq dikin."
Delîla bilêvkir ku hêzên desthilatdar li Rojhilata Navîn gelek xirabî wek koçberî, xirabkirina zihniyta ciwanan û dûrxistina wan ji fikrê wan pêşxistin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Niha dest bi zewaca bi temenê piçûk kirine. Ya ku herî zêde jî bi temenê piçûk tê zewcandin jin e, wek mînak malbat dibêjin bila keçên me zû fêrbibin çawa li malbatê muqate bin, yan jî çawa zarokan xwedî bikin. Em ê li dijî zewacên wiha bisekinin. Heya xort û keç nebin 20 salî divê nezewicin. Ger piçûk werin zewcandin, dê çawa zarokan xwedî bikin. Civakeke çawa dê avabikin? Wê çawa pêşesrojeke baş bidin avakirin? Li gor nêrîna min divê beriya jin werin zewicandin, werin perwerdekirin. Waneyên jiyan, exlaq, çand û malbata demokratîk bibînin. Wiha dê civak jî biguhere."
(en/rc)