'Ger dîroka me tinebikin emê çî nîşanî nifşê nû bidin?'
09:04
JINHA
MÊRDÎN - Seroka Civaka Jinên Suryan Deniz Kirilmaz diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn û Bakurê Kurdistanê berdewam dike suryaniyan bandordike û got: "Cihên dîrokî hem ji bo me û hem jî ji bo nifşê nû gelek giringin. Dema ku dîroka me tinebikin emê çî nîşanî zarokên xwe û neviyên xwe bikin."
Di sala 1945'an de li Mêrdînê hezar û 500 malbathebûne. Piştî polîtîkayên dewletê yên koçberiyê û êrîşên qirkirina nijadî ji wê jimarê niha 80 malbat hene. Seroka Civaka Jinên Suryan Deniz Kirilmaz şêwirmendiya jinên suryan û polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê nirxand û wiha axivî: "Bi awayek fermî qeyîdên me nîne. Em li hev kom dibin û bi hev re dem derbasdikin. Armaca me hatina ber hev û sohbetkirine. Em qala demboriyê û bûyerên di roja me de çêdibin dikin. Xirstiyanbûn, heskirine. Şêwirmendiya me jî bi heman awayî xweşike. Kes kesê naşikêne û xemgîn nake."
'Suryaniyên Mêrdînê zimanê xwe nizanin'
Deniz destnîşan kir ku ji ber bûyerên jiyankirine wan zimanê xwe jibîrkirine û wiha domand: "Suryaniyên Midiyadê zimanê xwe dizanin û hînî zarokên xwe jî dikin. Lê em suryaniyên li Mêrdînê dijîn, em nikarin bi zimanê xwe bipeyîvin. Ji ber li Mêrdînê zêdetir erebî tê axaftin, em hemû neçar dibin bi erebî dipeyîvin. Dema diçin dibistanê jî tirkî dipeyîvin. Ji ber ku yên suryanî dizanin nemane, ji bo wê jî ne gengaze em hînî suryanî bibin. Heta kalikên me jî nizanin. Ger yên dizanin hebana dê hînî me jî kiriba û me dê jî hînî zarokên xwe kiribana."
'Tinekirina dêrê, tinekirina cemaetê ye'
Deniz bilêv kir ku ew ji şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike bandor dibin û wiha berdewam kir: "Dêr çanda me nîşandidin. Ew cihê em lê komdibin û duayan dikin. Tinekirina dêrê, tinekirina cemaetêye. Dixwazin çî bikin nizanim, lê tinekirina van tinekirina dîroka me ye. Ew dîrok hem ji bo me û hem jî ji bo nifşê nû gelek giringe. Dema ku weke Surye û Îraqê dêrên me tine bikin emê çî nîşanî zarok û neviyên xwe bidin."
'Nehatina turistan bandorê li me jî dike'
Deniz anî ziman ku şerê li Kurdistanê berdewam dike cemaeta Suryaniyan jî bandor dike û wiha dom kir: "Ne tenê li Mêrdînê, li tevahiya Tirkiyê turîzim qediya. Me dahata xwe bi hatina turistan dikir. Niha em hewildidin ser lingan bisekinin. Ji ber wekedinê dahata me nîne. Ti alîkariya dewletê ne ji rahîbên me ne jî ji papazên me renîne. Heya niha me li gorî hewlên xwe debara xwe kiriye, dê ji niha û şon de çawan bibe nizanim."
Herî dawî Deniz bilêv kir ku di nava civakên heskirin û wekhevî heyî de aştî û aramî serwere.
(zt)