Saîme: Em biryarê wan nasnakin

09:04

JINHA

COLEMERG- Saîme Başdemîra ku ligel malbata xwe piştî qedexê dest bi tamîrkirina malê kirine, hember komên Wezareta Hewirdor û Bajarvanî ên ku li taxên Geverê malê welatiyan xirab dikin got, "Em ê ax û malên xwe terk nekin. Ji bo em malên xwe tamîr bikin li vir kedek em didin. Em ê ji xirakirinê re çavê xwe negrin."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku li hember êrîşên giran berxwedanek mezin pêk hat, vegera malbatan berdewam dike û her ku diçe kesên piştgiriyê tên jî zêdetir dibin. Gelek welatiyên ku vedigerin Geverê dest bi xebatê înşayê kirin. Li Taxên Cumhuriyetê û Gungorê ku dewletê wêraniyek mezin pêk aniye, jiyan ji nûde bi destê jinan avadibe. Wezareta Hewirdor û Bajarvanî ji bo Geverê biryar sitandiye û avahiyan hilweşînin. Li hember biryarê wêraniyê welatî bertekê xwe nîşan didin û bi biryarin ku warên xwe terk nekin. Saîme Başdemîr (47) jî hember polîtîkayê wêrankirinê dest bi xebatê înşayê kiriye.

'Hemû tiştên me şewitandine'

Saîme jî wek hemû welatiyên Geverê ji ber êrîşên dewletê neçarî koçberiyê bibû. Saîme diyar kir ku piştî qedexe rabû ew berê xwe daye warê xwe û wiha got, "Piştî qedexeyê em hatin Geverê lê hemû cih hatibû hilweşandin. Avahiyên me jî bi top û tangên xwe hilweşandibû û şewitandi bûn. Di nava avahiyên me de tiştek ne hêştine. Xaniyê tendûra min jî hemû şewitandine. Tiştek ji bo me nehêştine."

'Em biryarê wan nasnakin'

Saîme da zanîn ku ew bi xebatek kolektîf avahiyên xwe ji nûde înşa dikin û paqij dikin û wiha pêde çû, "Cihên ku bi topên xwe hilweşandî jî bi zor û zehmetî me temîr dikin. Niha jî qaymaqamtiya Geverê, dewlet biryar sitandiye û dibêje ku 'Em ê avahiyên we tev xira bikin.' Em wî gotinên wan û biryarên wan nasnakin. Me salên xwe da vir. Em ê destê xwe bidin hev û jiyanê ji nûde avabikin."

'Me debara xwe ji bostanên xwe dikir'

Saîme anî ziman ku berî qedexeyan wan debara xwe ji bostanên ku diçandin dikirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bostanên me ji bo me gelek girîngin. Dema ku qedexe hat rakirin em hatin û me bostanên xwe jî danî. Di nav bostanên min de gelek zewzeyên cuda hene. Em jiyana xwe li ser bostanên xwe pêk tînin. Çi dikin bila bikin êdî em ê dev ji warên xwe bernedin."

(kom/rc)