FM Dengê Kobanê ligel her astengî dîsa di weşanê de ye

10:43

JINHA

KOBANÊ- Radyoya Dengê Kobanê careke din dest bi weşanê kir.

Dengê Kobanê FM. ku di 11'ê meha Kanûna sala 2012'an bi coşeke mezin dest bi weşana xwe kiribû, ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û şerê li Kobanê weşan hatibû rewastandin. Piştî azadiya Kobanê dîsa weşana Dengê Kobanê hatibû dest pêkirin. Lê belê rejîma AKP'ê ku ne tenê di hundirê Tirkiyê de ji çapemeniya azad re bêtehemul e, li derve jî zextan li ser çapemenî û ragihandina azad dike û di 10'ê Hezîranê de Tirkiyê bi parazît avêtina ser weşanê, xebat rewastiya bû. Lê xebatkarên Radyoya Dengê Kobanê diyar dikin wan dîsa dest bi weşanê kiriye û ew ê heya dawiyê hewl bidin bibin dengê şoreş, azadî, xebat û xwestekên Kantonê.
Dengê Kobanê wê ji vir pê ve ji saet 7 heya 12'an li ser frekansa 104.30 weşana xwe bike. Xebatkarên Radyoyê diyar kirin ku ew her roj bi bernameyên dewlemend ên civakî, siyasî, zarok, pakrewan û stranan bibin mêvanê malê gel.

Pêlên weşana radyoyê heya 100 km. digihîje. Di radyoya Dengê Kobanê de weşanên bi zimanê Kurdî û Erebî tê kirin û bi giştî 15'e xebatkarên wê hene ku piranî jin in. Di bernameya weşanê de jî nûçe her serê saetekê tên dayîn.

(ze/hs/rc)