Li Licê nêzî 20 kes hatin binçavkirin
11:21
Hezîran
28
/ 2016
JINHA
AMED - Êrîşên leşkeran yên li hemberî Licê didomin. Tevî êrîşên leşkerî, di operasyonên qirkirina siyasî de îro 20 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê, piştî îlankirina qedexeyê li navenda navçeyê û gundan operasyonên binçavkirinê destpê kirin. Di dema paşîvê de çeteyên Qesrê bi ser gelek malan ve girtin. Tê gotin, di serdegirtinan de 20 kes hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Çend ji kesên hatine binçavkirin, ev in: Mahsûn Buyukşahîn, Îhya Çaytaş, Ûmût Dîrî, Yesûre Tûfan, Îlyas Balîn, Jînda Demîrhan.
(zt)