Kongreya Star Zeynep Kinacî bi bîr anî
11:29
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Bi boneya salvegera çalakiya Zeynep Kinacî, Kongreya Star li bajarokê Çil Axa ji pêkhateyên Ereb re semîner da.
Bi rasthatina 20. salvegera çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) li tevahiya Kurdistanê çalakiyên bîranînê dest pêkirin. Bi heman mebestê Kongreya Star li gundê Baqila ya bajarokê Çil Axa a ser bi Kantona Cizîrê, ji niştecihên gund ku tev Ereb in semîner li dar xistin. Di semîner de welatiyên gundên derdor jî tevlî bûn. Di serî de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz hate girtin û paşê rêvebera Kongreya Star a Çil Axa Cahda Şemo axivî. Cahda di serî de beşek ji nameyên Zeyneb Kinacê yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Jinên Kurd nivîsiye xwend û dûvre ser kesayeta Zilanê nirxandin kir û qala çalakiya Zilanê kir.
Di berdewamê de beşdarên semînerê pirs pirsîn û nêrînên xwe derbarê Zeyneb Kinacî û bandora kesayet û çalakiya wê di têkoşîna azadiya gelan de anîn ziman.
Semîner bi çepik û dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
(rd/hs/rc)