Rojên hunerên Aram Tigran dest pê kir
14:00
JINHA
AMED - Li Amedê 5. Rojên Hunerê yên Konservatuara Aram Tîgran û Cegerxwîn bi Orkestraya Rîtîmên Xwezayî dest pê kir.
Li Amedê 5. Rojên Hunerê yên Konservatuara Aram Tîgran û Cegerxwîr bi tevlîbûna gelek kesî dest pê kir. Bernameya li Hêwana Şaroya Şaredariya Bajarê Mezin hat li darxistin. Hevseroka Rêxistina Giştî ya DBP'ê Sebehat Tuncer, Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Bername bi pêşandana beşa Zarokan a Konservatuara Aram Tîgran hat dest pê kirin. Pêşangeh ji aliyê welatiyan ve rastî aleqeyek mezin hat.
Piştre Orkestraya Rîtîma Xwezayî derket ser dîkê û bi hunera xwe temeşevanan mest kirin. Bername bi konsera Orkestraya Zarokan a Konservetuara Aram Tîgran berdewam kir.
Hêjayî gotinêye ku bernameya Roja Hûnerên yên Aram Tîgran heya 30'ê hezîranê bi lîstîkên cur bi cur dê berdewam bike
(kom/rc)