Piştî Cudî agir berdan Gabarê jî

14:09

JINHA

ŞIRNEX - Piştî êrîşên hêzên dewleta tirk li Çiyayê Cûdî şewat derketibû, vê carê Çiyayê Gabarê dan ber agir.

Bi êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê re, niha êrîşên li hemberî çiyayên herêmê berdewam dikin. Piştî bombebarana balafirên şer û êrîşên bi topan ên li Qereqola Mîllî ya li bajaroka Gundikê Melê, li Çiyayê Cûdî şewat derket. Piştî êrîşên dijwar vê carê li Çiyayê Gabarê yê li hemberî Cûdî şewatê destpê kir

Hat ragihandin li pêşbiniyên Gabarê û li gundê Cuneytê şewat derketiye û li herêmê belav bûye. Li gorî aghiyên ku welatiyên herêmê dane, şewat ji ber êrîşên topan ên Tabûra Gormezê qewimî ne, li herêmê dûkel ladibe. Li ser mudaxaleya welatiyan şewat hat vemirandin, lê beşeke zêde ya bax û baxçeyan şewitî.

(zt)