Bi tangan avahiyên Şirnexê xiradikin

15:14

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Vakifkentê ya Şirnexê bi tangan avahiyan xiradikin.

Li Şirnexa ku ev 107 roj e êrîşên qirkirinê yên dewletê lê didomin, hêzên dewletê bi tankan avahiyan xiradikin. Tankên ku danê sibehê li Taxa Vakifkentê li nêv kuçeyan hatin bicihkirin, nêzî 2 saetan bênavber avahî topbarankirin. Şewata avahiyên ku hatin bombebarankirin, hîn jî didome.

Li gel vê li Taxa Bahçelîevlerê jî dengê çekan bilind dibe. Li herêmê derbareyê rûdana pevçûnan de tu agahî bi dest neketin.

(zt)