Li Şengalê perwerda ji nû ve avakirinê

15:38

Xensê Xidir - Delîla Axîn/JINHA

ŞENGAL - Li çiyayê Şengalê ciwanan derwreyek perwerda girêdayî ji nû ve avakirinê bidawîkirin.

Ciwanên Êzidî li çiyayê Şengalê dewreyek pewerda birdozî û parastînê bi dawî kirin. 18 jinên ciwan û 6 ciwan beşdarî perwerdêbûn. Hinek mijarên sereke yên di perwerdê de ser hatin sekinandin dîroka jinê, dîroka Êzidîxanê, zayendiya civakî, xweseriya demokratîk û azadiya jinêbûn. Ciwanên Êzidî, di her milî de xwe bi rêxistin dikin. Ji bo vê jî bang li ciwanan kirin, ku werin li axa Şengalê xwedî lêderkevin û di nav hemû karan da cih bigrin. Bi gerandina dîlanê û coşek mezin ciwanên pewerda xwe ya bîrdozî û parastinê bi dawî kirin şahiyek amadekirin.

Ji ciwanên perwerde dîtin Esma Xwedêda got: "Îro kombuna me ya li vir li ser esasê bi dawî kirina perwerde me ya birdozî û parastineyê. Em ciwanên Êzidî pir kefxweşin ku, li çiyayê Şengalê 24 ciwan bi hev re ji bo felsefa Ezidxanê xurtir bikin me perwerde birdozî û parastinê dît. Me bi giştî heftiyekê pewerde dît. Em 18 hevalên jin û 6 hevalên mêrbûn. Me encamek pir mezin ji vê pewerdê girt. Pişti ku perwerda me xilasbu ji vir şunda her yek ji me di nav karekê de cih bigre û ji bo gelê xwe bixabite."

Şadiya Şêbo wiha axivî: "Ez gelekî kefxweşim ku îro perwerda me pir baş û bi encam dawibu. Pewerde li ser asasê dîroka jin, dîroka Êzidxan, zayendiya civakî û azadiya jinê hat dayîn. Ez dixwazim ciwanên me yên berê xwe didin Ewrupa û weletên derve vegerin li ser axa xwe. Em ciwan ji bo xwe pêş bixin divê her yek ji me li çiyayê Şengalê, li ser axa xwe de pewiste di her milî de perwerdê bibîne. Ji bo carekedin em wek gelê Ezidî bi fermanêndin re ru bi ru neminin."

Ciwanê bi navê Salar Hezim jî wiha got: "Em 24 ciwan tevlî pewerda birdozî û parastinêbun. Perwerdeya me pir xweş derbas bu. Hêviya min ewe ku her ciwanek Êzidî karibe were pewerdê bibîne û ji bo miletê xwe karekî bide meşandin."

(zt)