TEV-DEM tecrîda girankirî şermezar kir
16:59
JINHA
TIL TEMIR- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dixwazin tevahî mirovahî tecrîd bikin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18'e sale di şert û mercên giran ên girtîgeha Îmraliyê de dîl tê ragirtin. Dewleta Tirkiyê ji 5'ê Nîsana sala borî heya îro jî tecrîdeke bi awayê girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne. Bertekên li beramberî tecrîdê pêl bi pêl belav mezin dibe. Îro li bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê TEV-DEM û Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyeke dan. Di Daxuyaniya ku li ber Saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn de, endam û rêveberiyên sazî û rêxistinên li bajêr amede bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Meclîsa Gel Mihemed Seîd Şêxmûs ve hate xwendin.
Mihemed diyar kir ku mirovahî ji dîroka xwe ya dirêj de hertim rastê komployan hatiye û wiha got, "Bi rêya komployan kesayetên ku ji civakê re rêbertî dikin, têne hedefgirtin. Rêber Apo ev 18'e sale di encama komployê de hatî dîlgirtin. Lê Rêbertî bi berxwedan û sebra xwe, komplo şikand. Ev nêzî salekê ye jî rastî tecrîdeke girankirî tê ku di tu demên dîrokê de, helwestek wiha li tu kesek ne hatî kirin heye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda tevahiya mirovahiyê ye. Ji kesayetekê ku bi fikrê azad, wekheviya gelan û azadiya jinê dixwaze re nêzîkatiye wiha tê nîşandayîn."
Mihemed da zanîn ku divê her kes li hember tecrîda girankirî bibe xwedî helwest û wiha pêde çû, "Pêwîste hêzên navnetewî û saziyên mafên mirovan jî bertek nîşanî vê rewşê bidin. Ev erka exlaqî û dîrokî ye. ji ber mifteya aştiyê, Rêber apo ye. Di dîrokê de ev erdîngarî rastê gelek êrîşan hatiye, îro çeteyên Erdogan dixwazin ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo pêk bînin û gelê me ji Roja wî bêpar bikin. Em wek gelê Til Temir soz didin Rêber Apo, yan berxwedan, yan berxwedan."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana bakûrê Kurdistanê" û "Bijî Serok Apo".
(sş/hs/rc)